Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir

img
ENQERE - Li gorî daneyên Turk-Îşê, di meha tîrmehê de sînorê birçîtiyê bû 19 hezar û 234 lîre û yê xizaniyê jî derket 62 hezar lîreyan.      
 
Turk-Îşê sînorê birçîtî û xizaniyê yê meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî lêkolînê, di meha tîrmehê de “sînorê birçîtiyê” derket 19 hezar û 234 lîreyan. Her wiha hat diyarkirin ku sînorê birçîtiyê 2 hezar û 202 lîre derket ser kêmtirîn mûçeyê. Di heman demê de sînorê xizaniyê jî derket 62 hezar û 653 lîreyan. 
 
LÊÇÛNÊN KESEKÎ EZEB ÊN MEHANE 25 HEZAR LÎRE YE 
 
Li gorî lêkolînê, lêçûnên kesekî/a azeb ê/a dixebite ya mehane derket 24 hezar û 902 lîreyan. Li gorî mehek berê, lêçûnên xurekan ên malbateke ji 4 endaman pêk tê û li Enqereyê dijî ji sedî 1,35 zêde bû. Rêjeya guherînê ya li gorî 12 mehan jî weke ji sedî 64,99 hate hesabkirin. Guherîna di enflasyona mitbaxê de jî weke ji sedî 81,16 hate hesabkirin.