Çarşiya Pirsûsê bêdeng e

img

RIHA - Li çarşiya Pirsûsê alvêr nabe. Hindik maye esnaf dikanên xwe bigirin. 

Her diçe dolar zêde dibe. Ev yek bandoreke neyînî li civakê hemû dike. Li Pirsûsa Rihayê, ji ber vê rewşê, rewşa esnafên çarşiyê qet nebaş e. Cemîle Şahîn, anî ziman ku bi salan e li Pirsûsê cawan difiroşe, lê belê rewşa wan ne tu rewş e. Şahîn got: "Kes nayê li deriyê me naxe. Napirsin ka em li vir çi dikin." 
 
Şahîn, destnîşan kir ku wê heta niha krîze wisa nedîtiye û got: "Bi salan e esnaftiyê dikim. Berê hindik bûna jî karê me dibû. Lê niha her tişt buha bûye, ne em dikarin bikirin ne jî bifiroşin. Her roj dolar zêde dibe, loma rewşa karê me nebaş e." Şahîn, bilêv kir ji bilî krîza, gel li aramiyê digere û ji ber pêşiya xwe nabînin alvêrê nakin.  Şahîn got: "Kesên pereyên wan hene, li vê piyaseyê alvêrê nakin. Aramî tune ye. Eger mirin hebe, girtin hebin, tirs hebe mirov naxwazin bijîn jî. Bi qasî krîza aborî, ev yek jî mirov hepsî malan kirin." Şahîn bertek nîşanî daxuyaniyên wezîrê da û got: "Tu tengasiyeke wezîr tune ye. Li gorî xwe daxuyaniyan dide. Bila were Pirsûsê, wî vedixwînim. Gazî jinan, dayikan bikim û em biaxivin ka karê mutbexê çî ye û çawa alvêrê dikin." 
 
Esnaf Haci Bîlmez jî, destnîşan kir ku dikana wî bi kirê ye, lê belê ew nikare heqê kirê jî bide. Bîlmez got: "Aborî li ber rûxandinê ye. Min evqas tişt bi deyn kirîn. Nikarim deynê xwe bidim. 4 zarokên min hene û rojê 50 lîreyî qezenc dikim. Ne em dikarin tiştekî bikirin ne jî welatî." 
 
Esnaf Îbrahîm Halîl Elmascan jî, destnîşan kir ku êdî hindik maye ew dikana xwe bigire û bertek nîşanî krîz da. Elmascan, bilêv kir ku ew bacê didin her saziyê, lê belê ew serfetihê jî nakin.