Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin

AMED - Jinên karker ku li navçeya Çinarê di bin germa 40 dereceyî de li nav zeviyan dixebitin diyar kirin ku yewmiyeyên wan têr wan nake û keda wan tê xwarin lê alternatîfek wan din nîne. 
 
Niha li nav zeviyan dema zebeş, petêx, firîngî, bacanên reş, pembo ye. Li navçeya Çinarê ya Amedê jinên karker ji bo li nav zeviyên van fêkî û zebzeyan bixebitin serê sibehê zû radibin diçin ser zeviyan. Karker saet di 04.00’an de berê xwe didin nav zeviyan. Me van şert û mercên zehmet ên karkeran du rojan tomar kir. 
 
Jinên karker ji êvarê ve cilên xwe yên kar amade dikin û serê sibehê radibin diçin li kamyonetan siwar dibin û diçin nav zeviyan û berbanga sibehê dest bi kar dikin.
 
Ev jinên karker tevî ku germa hewayê 40 derece ye jî dîsa jî dixebitin. Rojane 12 saet dixebitin û yewmiyeyên wan di navbera 500 û 600 lîreyî de ne. Karker diyar dikin ku ev yewmiyeyên ew digirin têra mesrefên wan nakin. 
 
‘FEQÎR HIN FEQÎR DIBIN, DEWLEMEND JÎ HIN DEWLEMEND DIBIN’ 
 
Besna Çaki ya li nav zeviyan bacanê reş berhev dike da zanîn ku 6 zarokên wê hene û got: “Ez 650 lîre yewmiye distînim. Ev têra kîloyek dem jî nake. Her tişt biha bûye û yewmiyeya me têrê nake. Em ji bêçareyî tên di van zeviyan de dixebitin. Ji bo zarokên min muhtacî kesî nebin, têm dixebitim. Em heqê keda ku didin nastînin. Feqîr hin bêtir feqîr dibin, dewlemend jî hin dewlemendtir dibin. Divê her kes wek hev kedê bike. Piştî ez ji vir diçim li malê jî kar dikim. Ji bo bêhnvedanê qet zemanê me çênabe.” 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER E’ 
 
Şukran Datumanî hem xwediya zevî ne û hem jî bi karkeran re dixebite û bacanê reş berhev dike. Datumanî da zanîn ku ji dema çandiniyê heta ku zeviya wan dixerite pirr zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Hemû mesref zêde biha bûye. Em berdela keda ku didin qezenc nakin. Ne ne xwediyên zeviyan ne jî karker tiştekî qezenc nakin. Yên ku qezenc dikin, tucar in. Em nikarin pereyê karkeran bidin. Êdî tiştek pere nake. Kar û zirara me hev dernaxe. Sedemê hemû bihabûn û krîza aborî, polîtîkayên şer in.” 
 
YEWMIYEYÊN WAN TÊRA DEBARÊ NAKE 
 
Aysel Gultekîn (28) di nav zeviyên pembo de eşêfê dike jî diyar kir ku ew ji 8 saliya xwe ve di nav zeviyan de dixebite û got: “Em bi roj li nav zeviyan dixebitin êvarê jî karê malê dikin. Hewa gelek germ e û me dide zehmetiyê. Yewmiyeyên me gelek kêm in. Em bi van yewmiyeyan nikarin debara xwe bikin.” 
 
Şildan Tunç (20) jî diyar kir ku ew ji 14 saliya xwe ve di nav zeviyan de kar dike û e neçar in serê sibehê zû rabin û bên li nav zeviyan dest bi kar bikin. Tunç anî ziman ku di bin hewa herî germ de jî neçar in bixebitin û yewmiyeya ew distînin têra wan nake û nikarin pê pêdiviyên mala xwe dabîn bikin. Tunç got bi qasî keda ew didin yewmiye nastînin. 
 
‘JI BO JINAN DIVÊ KARÊN BI EWLE BÊN VEKIRIN’ 
 
Songul Gultekîn (23) jî da zanîn ku ew bi karkeriya nav zeviyên pembo hewl dide debara malbata xwe bike û ji 10 saliya xwe ve di nav zeviyan de dixebite. Gultekîn destnîşan kir ku çawa jin li her qadê keda wan tê xwarin di karkeriya çandiniyê de jî keda wan tê xwarin û got: “Yewmiyeyên em distînin têra heqê keda me nake. Dewlet van şert û mercan li me ferz dike. Divê qadên karên bi ewle ji bo jinan bên avakirin û vekirin.” 
 
MA / Heval Onkol