Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne

img
MANÎSA - Li Somayê ji bo karkerên madenê û rêveberên sendîkayê yên ji bo piştevaniya karkerên ji kar hatibûn derxistin meşiyan û hatin binçavkirin, qedexeya hevdîtina parêzeran hat derxistin. 
 
Li navçeya Soma ya Manîsayê karkerên Fernas Madencilikê ku bûn endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe ji kar hatibûn derxistin. Çalakiya karkeran a li ber madenê di roja 6’emîn de berdewam dike. Hin karker li ber madenê di nobetê de ne hin karker jî li Millet Bahçesî disekinin. Karkeran pankarta bi nivîsa “Patronê Fernasê Ferhat Nasiroglû li Meclisê yasa çêdike, li kargehê jî yasa tê binpêkirin” li Millet Bahçesiyê daliqandin. 
 
Serokê Giştî yê Maden Îşê ya Serbixwe Gokay Çakir, Pisporê Rêxistinkirinê yê sendîkayê Başaran Aksû û du karkerên madenê duh di çalakiya bo piştevaniya karkeran de hatibûn binçavkirin. Xizma karkerê madenê Reyhan Topuz jî duh piştî îfadeyên wê hatin wergirtin, hatiye berdan. 
 
Parêzerê sendîkayê Mert Batur daxuyanî da û diyar kir ku divê binçavkiriyan îro bibirina edliyeyê lê wan nebirine. Batur da zanîn ku ew çûne emniyetê û edliyeyê û destûr nehatiye dayîn ku bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin. Batur got her çiqas qedexeya hevdîtinê danîbûn pêşiya parêzeran jî lê divê binçavkirî îro bên berdan.