TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!

img

ENQERE - Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane daketiye ji sedî 51,97’ê. ENAG’ê jî enflasyona ji sedî 90,35 eşkere kiribû. 

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha tebaxê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’Êê, di tebaxê de enflasyon ji sedî 2,47 û enflasyona salane jî daket ji sedî 51,97’ê. 
 
Aborînas jî li bendê bûn ku enflasyon di meha tebaxê de ji sedî 2,64 zêde bibe. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî ragihandibû ku di tebaxê de rêjeya enflasyonê ji sedî 3,47 û ya 12 mehan jî ji sedî 90,35 zêde bûye. 
 
Bi eşkerekirina daneyên enflasyonê re zema ku dê di meha îlonê de ji bo kirêyan bê kirin jî diyar bû. Li gorî vê yekê, ji bo kirêyan ji sedî 64,91 zem hate kirin.