DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin

STENBOL - Serokê Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya li Stenbolê di çalakiya “di bacê de edalet” de axivî, anî ziman ku dê bi mitînga herêmî ya ku dê li Mêrsînê li dar bixin, pêvajoyeke têkoşînê ya nû bidin destpêkirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi daxwaza “di bacê de edalet” li ber Navenda Danûstendinê ya Cevahîr a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî da. Di çalakiya ku gelek karker tev li bûn de pankarta “Êdî bes e, em di dahat, bacê, welat de edaletê dixwazin” û dowîza “Di dahatê de di bacê de edalet” hatin hilgirtin. Karkeran her tim dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Em di dahatê de di bacê de edaletê dixwazin” berz kirin. 
 
‘JI ME DIGIRIN Û DIDIN PATRONAN’ 
 
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû jî anî ziman ku di bin barê bacên bêedalet û zeman de perçiqîne. Arslanoglû, bi lêv kir ku Tirkiye di noxteya bêedaletiya dahatê de yek ji welatên ku sîcîla wê herî xerabe ye û wiha got: “Di demekî ku karker, kedkar û teqawîd ji bo bijîn şer dikin de hin kes dewlemendtir dibin. Ji me digirin û didin patronan, ji berîka xizanan vediguhêzin qaseyên dewlemendan. Ji sifreya gel didizin û hesabên bankayên sermayeyê mezin dikin. Bi efûyên bacê û teşwîqan ew dewlemendtir dibin, keda me, mafê me û xwedana me tune tê hesibandin. Bi kurtasî em dixebitin, hildiberînin, bacê didin û em bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne.”
 
DAXWAZÊN DÎSKÊ  
 
Arslanoglû, anî ziman ku ew dixwazin hemû mûçe, bi taybetî mûçeyê kêmtirîn bê zêdekirin, mûçeyên teqawîtan bê zêdekirin, edaleta di bacê de û dayîna mûçeyan bê garantîkirin û wiha dewam kir: “Ji bo vê yekê, di serdemên enflasyona bilind de divê mûçeyê kêmtirîn salê çar caran bê zêdekirin; Em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya sendîkabûyîn, bazariya komî û mafê grevê bên rakirin. Em di teqawîtbûnê de edalet, ji bo teqawîtan edalet û jiyanek bi rûmet dixwazin. Em daxwaz dikin ku mûçeyê teqawîtbûnê herî kêm bê asta mûçeyê kêmtirîn û hemû mûçeyên teqawîtan bi heman rêjeyê bên zêdekirin. Em dixwazin bêedaletiya di pergala teqawîtbûnê de bi dawî bibe. Bi vekirina Meclisê ya di 1’ê cotmehê de dixwazin ku hiqûqa edaletê ya di bacê de bi yekdengî bê derbaskirin. Em sîstemeke bacê ya adil dixwazin ku tê de barê baca li ser mûçe û mezaxtinê kêm bibe û baca li ser sermayeyê û zêdebûna dewlemendan bê kêmkirin.”
 
BIRYARA MITÎNGÊ  
 
Seroka Giştî ya DÎSKÎ’yê Arzû Çerkezoglû jî bal kişand ku çalakiyên 2 sal in dane destpêkirin di civakê de bersivek wergirtiye û wiha got: “Jiyaneke weke mirovan pêkane. Edaleta di bacê de pêkan e. Pêkane ku em ji vê pergala ku mehkûmî mûçeyê kêmtirîn dike xelas bibin. Tazmînata qidemê pêkan e. Di bin navê têkoşîna bi enflasyonê re zem li mûçeyan nekirin. Lê enflasyon jî neket. Dixwazin ku ev pergal berdewam bike. Dixwazin ku hemû karker bi mûçeyên asgarî bixebitin.”
 
Çerkezoglû, da zanîn ku dê di 13’ê îlonê de bi çalakiyeke girseyî dê li her derê Tirkiyeyê rêze çalakiyan bidin destpêkirin û wiha domand: “Em ji bo di bacê de edalet, di dahatê de edaletê li kolanan e. Pêvajoya têkoşînê ya du sal in didome, bi daxuyaniya me ya li Kirşehîrê dest pê kir. Hevalên me dê li her derê Tirkiyeyê ku DÎSK lê bi rêxistine li qadan bin. Em ê di 13’ê îlonê de mitînga xwe ya herêmî li Mêrsînê li dar bixin. Em pêvajoya xwe ya têkoşînê didin destpêkirin.”