Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin

img
WAN - Li Wanê xwendekaran anî ziman ku êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin. Sahafên ku karê wan nabe jî ragihandin ku daxwaza bi deyn zêde bûye.
 
Li Wanê beriya dibistan vebin liv û tevgera li sahafên li Çarşiya Misirê zêde bûye. Ên bêtir tên cem sahafan xwendekar in. Lê belê xwendekar pir nikarin pirtûkên kevn jî bikirin. Gelek xwendekar destvala vedigerin. 
 
'EM NIKARIN PIRTÛKAN BIKIRIN'
 
Xwendekar Rojbîn Aydinê diyar kir ku ji ber bihabûnê di kirîna pirtûkan de zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Ji ber ku em nikarin pirtûkan bikirin em berê xwe didin fotokopiyê. Carinan em nikarin ên fotokopiyê jî bikirin. Bihabûn zêde bandor li me kiriye. Carinan ez difikirim ku dest ji dibistanê berdim." 
 
Aydinê anî ziman ku her sal bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Divê ev rewş demildest bê çareserkirin. Bi salan e ez ji bo azmûnê amadekariyê dikim û em her sal bi vê bihabûnê re rû bi rû dimînin. Em nikarin debara xwe bikin. Pirtûkeke orijînal ji 400 lîreyî dest pê dike. Em fotokopiyê bikişînin jî fiyet dadikeve nîvî nîvî. Dîsa jî em nikarin ji bin rabin. Rewşa me qet nebaş e." 
 
Yûsûf Kaplan bilêv kir ku ji ber bihabûna saziyên perwerdehiyê yên taybet ew neçar mane li pirtûkxaneyê bixebitin. Kaplan got: "Dema em diçin kirtasiyeyê an jî sahafa em rastî bihayekî zêde tên. Êdî em nikarin wan bikirin. Divê ji bo vê çareyek bê dîtin. Ev biha ji bo xwendekaran pir zêde ne."
 
'EM NIKARIN BIFIROŞIN'
 
Mehdî Gerçekliyê ku 18 sal in li Çarşiya Misirê pirtûkên kevn difiroşe diyar kir ku xwendekar ji ber ku nikarin pirtûkên nû bikirin berê xwe didin cem wan. Gerçeklî got: "Krîza aborî ya li welêt bandoreke mezin li me kiriye. Ji ber ku bihayê kaxezê zêde bûye, ev yek bandor li bihayê pirtûkan jî kiriye. Dê û bav û xwendekar gelek gazinan dikin. Daxwaza ji bo pirtûkên kevn zêde bûye, lê fiyetê an jî ne wekî yê berê ye." 
 
Gerçekli diyar kir ku serê xwe her xwendekarekî/ê hezar û 500 lîre an jî 2 hezar lîre hesab dertê û got ku xwendekar an berê xwe didin fotokopiyê an jî tên bi deyn dikirin. 
 
Pirtûkfiroş Erdal Gediz jî diyar kir ku ji ber lêçûnan nikarin pirtûkan bifiroşin û wiha got: “Ev 5 sal in ez pirtûkan difiroşim û ev cara yekem e ku ez bi rewşeke wiha re rû bi rû dimînim. Krîza li welêt her diçe kûrtir dibe. Ev rewş hêza kirînê ya mirovan jî kêm dike. Li maleke ku 4-5 xwendekar lê hene, lêçûn pir zêde ye. Fiyetê pirtûkekê li dor 200-500 lireyi ye." 
 
Gediz anî ziman ku xwendekar ji ber ku hêza wan a kirînê tune ye gelek caran dixwazin bi deyn pirtûkan bikirin. 
 
MA / Ozlem Yacan