ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan

img
STENBOL - ÎSÎG’ê di rapora xwe de diyar kir ku di meha tebaxê de 179 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha tebaxê eşkere kir. ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha tebaxê de 179 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayin 9 jê zarok in. Bi domdarî ÎSÎG’ê got ku herî zêde mirin bi 47 kesan di sektora înşaet/rêyê de pêk hatine. Di sektora çandinî/daristanê de 39 karkeran, 24 karkerên veguhestinê, 10 karkerên cihê mayinê û 8 karkerên di karê madenê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat diyarkirin ku ji sedî 23’yê karkerên jiyana xwe ji dest dayin ji bilindahiyê ketine xwarê, ji sedî 20’an ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 18’an ji ber eciqîn û hezazan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di heman demê de hat gotin ku herî zêde li Stenbolê karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.