Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe

img
AMED - Welatiyên ku êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêşwazî bikin, diyar kirin ku bi pêşhilbijartinê û guherandina îktîdarê re aborî jî dê baş bibe. 
 
Polîtîkayên AKP-MHP’ê krîza aborî ya heyî hêj girantir dikin û li hêla din partiyên muxalefetê jî banga pêşhilbijartinê dikin. Daxwaza welatiyên di bin krîza aborî de dieciqin jî pêşhilbijartin e. Welatiyên li navçeya Pasûrê ya Amedê çûn bazarê û danûstandin dikirin, diyar kirin ku aboriya welêt heke îktîdar biguhere dikare xwe komî ser hev bike. 
 
Firat Turk ê ji bo amadekariyên zivistanê berê xwe daye bazarê, got ku ji ber bihabûnê nikare pêdiviyên xwe cîbicî bike. Turk, wiha got: “Zebzeyên herî nebaş ên li bazarê jî ji 20 lîreyan kêmtir nîne. Û bihayê her tiştekî jî cuda ye. Yên hêj bihatir jî hene. Rewşa me ya madî rê nade ku em pêdiviyên xwe bikirin. Heta 2 sal berê jî me zebze bi 5-6 TL’an dikirî. Lê niha 3-4 qet zêdetir bûye.” 
 
'BÛDÇEYÊ JI BO ŞER XERC DIKIN’
 
Bi domdarî Turk anî ziman ku sedema krîzê îktîdar e û sedema wê wiha vegot: “Îktîdar her tiştekî li gorî keyfa xwe dike. Mixabin xelkê me yê nezan jî dengê xwe dide wan. Yek ji sedemeke din a xerabûna aboriyê jî xerckirina bûdçeyê ya ji bo şer e. Her roj 10 balafirên şer radibin. Pereyê ji bo her rabûnek wan wan tê xerckirin, ji pereyê mirovên heta êvarê dixebitin gelek zêdetir e.  Ji bo aborî baş bibe divê îktîdar biguhere. Ji ewil baş tevgeriyan lê xuyaye ji bo amadekirina cihê xwe wisa kirine. Ev mirov êdî çi bixwaze wê dike. Dema hilbijartin nêz dibe jî weazan dide. Lê dema hilbijartin diqede tu tiştekî nake.” 
 
'EZ NIKARIM PÊDIVIYÊN ZAROKÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIM’ 
 
Ji welatiyan Hatun Çaçan jî destnîşan kir ku bi xwe re hezar lîre anîbûn bazarê lê tenê 3-4 poşet tiştek kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev zebze û fêkî jî heta hefteyekê bi têrî me nakin. 9 zarokên min hene û bi destpêkirina dibistanê re ez nikarim pêdiviyên wan pêşwazî bikim. Tîşortê dibistan dixwaze niha bi 250-300 lîreyan e. Li gel vê, mesrefên lênûs, pênûs, pirtûk û hwd. hene. Ma em ê çawa bikarin pêşwazî bikin? Hevjînê min ji bo debara malê salê 3 mehan jî nikare li malê bimîne. Nikare bi zarokên xwe re dem jî derbas bike lê dîsa jî heqê keda xwe wernagire.” 
 
'EZ DIXWAZIM TEDAWÎ BIBIM LÊ NIKARIM’ 
 
Hîjen Şeker jî diyar kir ku bêyî tiştên dixwaze bikire ji bazarê vedigere malê û wiha got: “Bûdçeyê ji bo şer xerc dikin. Bi wan çekan xelkê bêguneh qetil dikin. Ev jî dibe sedem ku bihayê her tiştekî zêde bibe. Ji ber pirsigirêkên tenduristiyê zarokên min nabin. Dixwazim tedawî bibim lê pereyê min têr nake. Di tenduristiyê jî alîkarî tune ye. Her gava tu diavêjî bi pereyan e. her tişt bûye pere. Hindik jî bandorê li jiyana mirovan bikin. Her carê zem dikin.” 
 
Welatiyê bi navê Garîp Şah Aslan jî hatibû danûstandinê û got ku ji ber mercên nebaş ên aboriyê, xelk nikare danûstandinê bike. Aslan, wiha bertek nîşan da: “Kesên dewlemend di vê rewşê de nînin. Di demên berê de me bi 50 TL’an 4-5 kîloyên zebzeyî dikirî lê niha tenê kîloyekê dikirin. Em ê zarokên xwe bizewicînin lê nikarin. Ji ber ku pere tune ye, em nikarin cihêzê, malê û zêr bikirin. Hevjînê min 11 hezar lîreyan distîne û ev tenê bi têrî heqwê kirê, ceyran û avê dike. Anku pereyî wî têr nake. Li gorî me bi aştiyê dê aborî jî baş bibe.” 
 
‘DEMA GEL NEKIRE ESNAF JÎ TU XÊRÊ JÊ NABÎNE’ 
 
Ji esnafên navçeyê Samet Eren got ku ev 30 sal in esnaftiyê dike û wiha pê de çû: “Êdî aborî veguheriye nexweşiyekê. Xelk tenê li dezgehan dinêre û diçe. Bi vebûna dibistanan re malbat hêj bêhtir ketine zehmetiyê. Em esnaf jî saet 08.00’ê dikanên xwe vedikin lê ji ber bihabûna her tiştî gel nikare danûstandinê bike. Dema gel nekare bikire, wê demê esnaf jî tu xêrê jê nake.”
 
'HEM YÊN DIKIRIN HEM JÎ YÊN DIFIROŞIN MEXDÛR IN’ 
 
Ji esnafên bazarê Ozgur Amaç jî bi lêv kir ku berê bi 100 TL’an 7-8 kîloyên zebze û fêkiyan dihat kirî lê niha tenê kîloyek tê kirîn. Amaç, wiha domand: “Hinek kes debara xwe di bin mûçeyê kêmtirîn de dikin. Ma ev kes dê çawa debara xwe bikin? Beriya niha dihatin 5 kg tişt dikirîn lê niha kîloyekê dikirin. Heta kîloya poşetan jî derketiye 50-60 lîreyan. Pereyê tê destê min nikare baca dewlet ferz dike jî pêşwazî bike. Li gel wê, mesrefên me yên rêyê jî hene. Anku hem yên dikirin hem jî yên difiroşin mexdûr in.” 
 
'DIVÊ ÎKTÎDAR BIGUHERE’
 
Amaç, diyar kir ku rewşa aboriyê nebaş e û wiha derbirî: “Sedema vê jî polîtîkayên şer in. Pereyê ji bo şer tê xerckirin ji berîka gel tê derxistin. Pereyan ji me distînin û me pê qetil dikin. Ya ku îktîdara heyî dike ji bilî zilmê tu tiştekî din nîne. Di esasê xwe de gelê kurd ditepisînin. Divê îktîdar biguhere.” 
 
'HETA ÎKTÎDAR NEGUHERE ABORÎ BAŞ NABE’ 
 
Şehmûz Kurban ê ku ji gundê xwe lobiyan tîne û difiroşe jî wiha got: “Em kîloya lobiyan bi 40 TL’an difiroşin. Xelk nikare bikere lewma em nikarin bifiroşin. Yanî heke pere hebe jî tu nirxê pereyî nemaye. Di demên berê de xelkê zêde dikirî lê niha tenê kîloyekê dikirin. Di vê rewşê de em jî tu kar jê nakin. Ew jî nikarin pêdiviya xwe pêşwazî bikin. Yên li ser serê me welêt wêran kiriye. Dibêje ‘her tişt di destê min de ye’ û welêt wêran dike. Ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê îktîdar biguhere.” 
 
MA / Heval Onkol