Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!

img
ŞIRNEX - Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê ku xwedî dîrokeke kevnar e ji ber krîza aborî vikûvala ye. Dikandarên sûkê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî welatî nikarin dan û standinê bikin û ji ber vê yeke ew jî nikarin debara xwe bikin û hatine wê astê ku dê dikanên xwe bigirin. 
 
Ji ber polîtikayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe zêdetir bandora xwe li ser xelkê dike. Ji ber krîza aborî welatî hatine wê astê ku nikarin êdî debara xwe bikin. Li gorî daneyên Saziya Statîk a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyon îsal ji sedî 51,97 paşde çûye. Lê li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) enflasyon ji sedî 90,35 e. Ji ber bihabûnê welatî nikarin debara xwe bikin û ew jî dibe sedema belangazî û neçariyê. Weke her bajarên bakurê Kurdistanê krîza aborî bandoreke mezin li ser debara welatiyên navçeya Cizîra Şirnexê jî dike.
 
Li Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê ku xwedî dîrokeke kevnar e, gelek dikandar deriyên dikana xwe girtin e. Sûka ku berê gelek welatî li wir danûstandinê dikirin û qelebalix bû lê niha niha ji ber krîza aborî vikûvala maye. Em der barê rewşa aboriyê de bi dikandarên sûkê re axivîn. Dikandaran bi lêv kirin ku êdî ew hatine wê astê nikarin debara xwe bikin. 
 
'DIVÊ DESTHILATDARÎ BIGUHERE'
 
Atay Akguç ku 40 sal e li sûkê bacayên xaniyan çêdike bi lêv kir ku ji ber bihabûna sac ew jî nikarin weke berê kar bikin û wiha got: "Em sac ji derve tînin û li vir bixwe çêdikin. Niha ew sac 5 qat biha bûye. Metreyek sac berê 20 TL bû niha bûye 100 TL. Em bi zorê debara xwe dikin. Lê em nikarin tiştek zêde bikin. Ji bo ew krîza aborî bi dawî bibe û gel hinek rihet bike divê desthilatdariya heyî biguhere. Tenê alîgirên desthilatdariyê dewlemend dibin. Divê desthilat biguhere ku ew krîz jî bi dawî bibe."
 
Dikandar Adil Deger ku 30 sal in li sûkê dirûnvaniyê dike jî anî ziman ku ji ber krîza aborî karê wî ne weke berê ye û got: "Kar nîne. Weke berê em nikarin karê xwe bikin. Qûmaş biha bûye. Cil biha bûne, êdî kes nikare bikire. Roj heye em nikarin lîreyk jî qezenc bikin." 
 
'JI BER BIHABÛNÊ KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE'
 
Dikandar Servet Cabas jî diyar kir ku 30 sal in ew li sûkê bazirganiyê dike û ji ber bihabûna tiştan gel êdî danûstandinê nake û wiha got: "Êdî bila pêşiya bihabûnê bê girtin. Roj bi roj her tiştek biha dibe. Welatî dema tên dikanê tiştekî bikirin, dema em bihayê tiştan dibêjin bertek nîşan didin. Em jî naxwazin welatî bertek nîşan bidin û bikaribin pêdiviyeke xwe bikirin lê ji ber bihabûnê hem em hem jî welatî aciz in. Dema berê bazirganî pir xweş bû. Lê niha yên ku rewşa wan a aborî nebaş e nikarin bên tiştekî bikirin. Rewşa aborî ya welatiyan ne baş e. Welatî nikarin tiştek bikirin." 
 
'NIKARIM KIRÊYA DIKANA XWE BIDIM'
 
Dikandarê bi navê Bahattîn jî 40 sal e xaliyên ku çêdike tînê li sûkê difiroşe da zanîn ku weke berê nikare xaliyan bifiroşe û got: "Ji ber ku êdî kes danûstandinê nake ez nikarim kirêya dikanê jî bidim. Ez sibe têm heta êvarê li vir im. Roj heye qet nikarim tiştek jî bifroşim. Roj heye jî pir kêm firotin çêdibe."
 
Mehmet Nurî Gelîşkan ku 15 sal e werîs, xalî û gopalên ku koçer çêdikin ew jî tîne li sûkê difiroşe bandora krîza aborî ya li ser xwe wiha vegot: "Li gorî berê êdî kar nabe. Berê yek dihat tiştekî dinêrî dikarî. Lê em niha nikarin bifiroşin. Em van tiştan ji koçeran dikirin û li vir difiroşin. Êdî weke berê kes van tiştan jî nakire. Li gorî sala par her tişt 2 qat biha bûye. Ji ber wê jî welatî nikarin bikirin. Heke enflasyon bikeve debara mirovan jî wê bibe. Dikarin dan û standinê jî bikin. Hinek dezgehên çapemeniyê dibêjin ku krîza aborî nîn e. Çawa krîza aborî nîn e? Gelo em çima niha di vê rewşe de ne?"
 
'HER KU DIÇE REWŞ XIRAB DIBE'
 
Abbûlaziz Budak ku 40 sale karê qesabiyê dike destnîşan kir ku wî tu salan krîzeke wisa nedîtiyê û wiha got: "Kîloya goşt bûye 400 TL. Welatî nikarin goşt bikirin. Ji ber ku pereyê wan tune ye. Gelo wê xwarinê bikirin, kirê bidin pereyê wan têrî çi bike? Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Ne tenê goşt êdî nikarin tiştekî bikirin. Berê li vê sûkê ji ber qerebalixiya mirovan mirov nedikarî bimeşe lê niha vikûvala ye. 22 sal in AKP desthilatdar e û lewma rewş xirab e. Divê ev desthilatdarî êdî biguhere. Xelk di rewşek pirr xirab de ye. Ez bi zorê heqê ceyran û kirêya xwe derdixînim."
 
Mehmet Başkurt jî anî ziman ku êdî ew nikare kirêya xwe bide û heke wisa biçe êdî wê dikana xwe bigire. Başkurt diyar kir ku êdî tiştek di dikana wî de tune ye ku bifroşe û got: "Berê rewş baştir bû. Lê niha pir xirab e. 5 hezar kirê didim. Lê nikarim tu karî bikim. Ji ber vê yekê ez ê dev jê berdim û dikana xwe bigirim." 
 
MA / Mahmut Altıntaş