HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî danezana aboriyê ya partiya xwe aşkere kir û diyar kir ku ew dê bernameya 5 salan a debarê têxin meriyetê û wiha got: "Em dê bi bernameya parvekirina bi heq aboriya Tirkiye rehet bikin."  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), danezana aboriyê ya partiya xwe aşkere kir. Bername li otela Elite Word Otel a li Taksima Stenbolê bi raya giştî re aşkere kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û namzetên Stenbolê tev li bernameyê bû. Temellî bernameya aboriyê ya bi ser navê “Bernameya Parvekirina bi Heq" bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku ne tenê ji bo mezinbûna Tirkiye ji bo mirovên li Tirkiye karibin wekî mirovan bijîn dê bernameyê pêş bixin. 
 
Temellî, diyar kir ku Meclîs bûye notera Qesra Erdogan û wiha got: "Dema em li polîtîkayên neoliberal ên 16 salên AKP'ê binerin, Tirkiye bûye welatê herî zêde mêtînger. Ji ber politîkayên şaş ên hikûmetê hemû milletên Tirkiye bedelê dide. Cezayê hikûmetê gel dikişîne. Sedema vêyekê krîda demokrasiyê ye. Ne tenê bi OHAL’ê ve girê daye. Beriya OHAL'ê jî polîtîkayên AKP'ê Tirkiye bi sermayeya derve girê da. Êdî meclîs bûye notera qesra Erdogan. Ger ku li vî welatî demokrasî tune be, dê pirsgirêkên îktîsad û debarê her dem hebin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê her roj deyn zêde dibe. Her roj krîza deynan zêde dibe. Karker, cotkar û rençber xizan bûn û hevkarên hikûmetê, AVM, rêzemarket mezin bûn. Her der kirin beton. Kriza demokrasiyê bandorê li ser krîza aborî dike. Xeyala 2023'an hêj  5 sal mane ji niha de bû xeyal. Niha rewşa welatê me ji ya 10 sal berê xerabtir e."  
 
 
Temellî, ani ziman ku ji bo di warê aborî de bigêjin armanca xwe dê di serî de Bernameya Parvekirina bi Heq, Bernameya Mafên Civakî û Bernameya Jiyana Bê deyn pêş bixin û wiha got: "Em dê di bacê de bê edaletiyê ji holê rakin. Em dê parvekirina butçeyê li gorî edalet û demokrasiyê pêk bînin. 
Em dê dawî li aboriya îsrafê bînin. Em dê fabrîqeyan bikin malê cemaweriyê. Kedkar dê karibin mafê xwe bistînin. Em dê bernameya piştgiriya Kobî têxin meriyetê. Em dê bernameya piştgiriya rençber û çotkaran têxin meriyetê. Em dê bernameya piştgiriyê têxin meriyetê. Perwerde û tenduristî dê di venêrtina qada civakî de be.Dê kesên teqawît bûne êdî kar nekin. Ciwan pêşeroj me ne. Em dê mafê kreşê pêş bixin. Em dê bajarên dostê xwezayê ava bikin.