Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe

img

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku mezinbûna ji sedî 2,5’ê ya di aboriyê de nîşaneya pirsgirêka resesyonê ye û wiha got: “Heta welêt demokratîk nebe aborî baş nabe.” 

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji ber daneyên parve dike yek ji saziyên herî zêde tê rexnekirin e. TUÎK’ê di çaryeka duyemîn a salê de (serdema nîsan-hezîranê) encamên GSYH’ê di 2’yê îlonê de eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê, aboriya Tirkiyeyê li gorî heman çaryeka sala par ji sedî 2,5 mezin bûye. Li gel van daneyan jî di rewşa civakê de tu başbûnek xuya nake. Xizan bêhtir xizan dibin û krîza civakî, siyasî û aborî kûrtir dibe. 
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û aborînas Sezaî Temellî têkildarî aboriya Tirkiyeyê axivî. 
 
‘JI SEDÎ 85’AN DI BIN SÎNORÊ XIZANIYÊ DE YE’ 
 
Temellî, diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê di nava krîzeke cidî de ye û wiha got: “Lê îktîdar xeyalan difiroşe gel. Rayedarên îktîdarê dibêjin krîz tune ye lê ev ne rast e. Bi rastî jî aborî di nava krîzeke mezin de ye. Ji bo bandora vê krîzê bibînî divê hûn dakevin kolanan. Niha ji sedî 85’ê welatiyan di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Di her qada jiyanê de krîza aborî heye. Lê çavkaniyên welêt pêşkeşî komekê tên kirin. Dema faîz dikevin qezenc dikin, dema faîz radibe jî qezenc dikin. Carnan bi rêya îhaleyan, carnan bi rêya eraziyên xizîneyê, carnan jî bi rêya krediyên erzan û xespkirina keda karkeran. Mal û milkê van kesan her ku diçe zêdetir dibe. Ev kom teqabûlî ji sedî 1’ê welat dike.” 
 
'PLANA TÊKBIRINÊ’ Û TÊKILIYA WÊ YA BI ABORUYÊ RE 
 
Temellî, destnîşan kir ku krîza aborî eleqeya xwe yekser bi pirsgirêka kurd re heye û wiha domand: “Di 30’ê cotmeha 2014’an de MGK’ê ‘Plana têkbirinê’ xist meriyetê û piştî wê aborî têk çû. Dema mirov tenê li van 10 salên dawî jî binêre mirov dê sedemê bibîne. 10 sal berê li şûna meseleya kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û rê li ber pêşketinê vekin, serî li vê planê dan.” 
 
'HETA DEMOKRASÎ NEBE ABORÎ BAŞ NABE’ 
 
Temellî anî ziman ku bi têkçûna aboriyê re xelk êdî nikare pariyê nanê ser sifreya xwe jî biparêze û wiha pê de çû: “Kêmtirîn mûçe di bin sînorê birçîtiyê de ye. Sedema vê jî ev rêveberiya deraqilî ye. Aqilê ji çareseriyê direve û di şer de israr dike ye. Piraniya çavkaniyên welêt ji bo şer û çekan vediqetînin. Aborî, bi demokratîkbûnê dikare baş bibe. Demokratîkbûna aboriyê çi ye? Ew e ku çavkaniyên aydê civakê ji bo başiya wê jinûve bên parvekirin. Lê ev çavkaniyên gel xesp dikin û dixin bin emrê baronên şer û qesrê. Encama wê jî welateke wiha ye ku kes nikare lê bijî.” 
 
'KRÎZ BI XWE RE TUNDIYÊ TÎNE’
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser derdorên herî zêde ji krîza aboriyê bibandor dibin û wiha got: “Herî zêde bandorê li zarokên me, kal û pîrên me û astengdaran dikin. Mirov nikarin baş bixwin û vexwin. Aştiya civakî ji holê radikin. Êdî her cureyên tundiyê di nava jiyana rojanede hene. Xelk nikare debara xwe bike û ev jî tundiyê diafirîne. Ji ber sedemên aboriyê êdî mimkin nîne malbat li ser pêyan were girtin. Êdî sexbêrkirina kal û pîran zehmet bûye. Ya din jî întîhar her ku diçe zêdetir dibin. Mirov dikevin depresyonê û mercên întîharê ava dibin.” 
 
3 MUSLIXÊN HAWÎZÊ VALA DIKIN!
 
Di berdewamê de Temellî diyar kir ku plan û bernameyên Wezîrê Darayî û Xizîneyê Mehmet Şîmşek bi raya giştî re parve kirî nikarin krîza aborî çareser bikin. Temellî, sedema wê wiha vegot: “Di destê wan de modêleke bitendurist a aboriyê tune ye. Jixwe ev yek mimkin jî nîne. Li rexekî muslixek hawîzê tije dike lê li rexa din 3 muslix jî hawîzê vala dikin. Muslixek ji van ew e ku bi qirika gel girtine. Mafên kedkaran xesp dikin û dişînin hawîzê. Lê muslixek ji bo lêçûnên şer, yek lêçûnên qesrê û ya din jî lêçûnên ji bo qezenca sermayeyê ye.” 
 
'DIVÊ MEZINBÛN HERÎ KÊM JI SEDÎ 5 BE'
 
Temellî, bi lêv kir ku ji bo aborî xwe li ser pêyan bigire divê mezinbûna aboriyê herî kêm ji sedî 5 be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî reqemên hatine parvekirin, mezinbûn ji sedî 2,5 e. Anku pir di bin hedefê de ne. Ev jî pirsgirêkeke gelek mezintir anku resesyonê dê derxîne pêşiya me. Ev mezinbûn, dê bi xwe re îstîqrarê neyîne. Lewma nîşaneya resesyonê ye. Ev rêjeye dê di demên pêş de bê wateya biçûkbûna welat. Hûn qala ji sedî 2,5’ê dikin lê heke milyonek û nîv kes li nifûsê zêde bibin, ev rêjeye wê demê teqabûlî ji sedî 1’ê dike. Ev jî ji bo welatekî tê wateya krîzê.” 
 
'NEKARÎN ENFLASYONÊ KÊM BIKIN’
 
Temellî, destnîşan kir ku bernameya têkoşîna li dijî enflasyonê têk çûye û ev nirxandin kir: “Banka Navendî neçar ma ku hedefa xwe ya dawiya salê her tim biguherîne. Digotin dê di tebaxê de faîzan kêm bikin lê nekarîn. Heta dê heta dawiya salê jî nekarin. Xuyaye ku dê ev planên wan pêk neyên. Niha enflasyon heye û di bin navê têkoşîna li dijî enflasyonê de aboriyê her ku diçe teng dikin.” 
 
'ÇARESERÎ GUHERANDINA ÎKTÎDARÊ YE’
 
Sezaî Temellî, got ku ji bo çareserkirina krîza aborî û pirsgirêkên din divê îktîdar biguhere. Temellî, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku ev îktîdar xwedî tu amûrên ku vê rewşê biguherîne nîne. Bi tifaq û pergala xwe ya nû aboriya welêt perîşe kirin. Divê ji bo guherandina îktîdarê têkoşîn bê kirin. Divê muxalefeta civakî û siyasî di vê mijarê de di nava bizavê de be. Banga me li tevahiya gel ew e ku bên gel hev û tifaqeke mezin a civakî ava bikin. Divê em tifaqeke siyaseta aştiyê û aştiya aboriyê dirêse ava bikin. Bi rastî jî bi avakirina eniyeke demokrasiyê ya mezin dikare rê li ber were girtin. Ji bo aborî baş bibe divê qada hiqûqê baş bibe û tecrîd bi dawî bibe. Divê em li dora bernameyeke ku pirsgirêkan tavilê çareser dike bên gel hev.” 
 
MA / Mehmet Aslan