Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt

img
AGIRÎ - Şîrketa parlamenterê AKP’î Ferhat Nasiroglû ya bi navê Fernas Şîrketler Grûbû di navbera salên 2011 û 2022’yan de bi giştî bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhaleyên cemaweriyê girtin. 
 
Di dema desthilatdariya AKP’ê de ji şîrketên ku herî zêde derfet jê re derfet hatine avakirin yek jî bû şîrketa Parlamenterê AKP’î Ferhat Nasiroglû ya bi navê Fernas Şîrketler Grûbû. Şîrketa Nasiroglû di navbera salên 2011 û 2022’yan de 20 îhaleyên ku bihayê wan digihije 7 mîlyar lîreyan girt. Şîrketê herî zêde îhale ji saziyên cemaweriyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê yên Dewletê girt. Şîrketa di sala 1982’yan de vebûye û bi ser erebe, enerjî, tûrîzm, teahhût, alavên înşeatê, madenvanî û xurekan dikir, di dema AKP’ê de pêşî lê hate vekirin û piştre bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Federe ya Kurdistanê gelek îhale girtin. Grûba Şîrketên Fernasê di serî de Fîrmayên Zêr ên Kozayê û karê gelek şîrketên madenvaniyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tîne. Bi vî awayî şîrket gelek maden, bendav û santralên çêdike, zirarekî mezin dide xwezaya Tirkiye û Kurdistanê.  
 
AKP’Ê PIŞTGIRIYEKÎ XURT DAYÊ
 
AKP’ê şîrketê ji dayîna bacê xelas kir, prîmên piştevaniyê da û ji bo şîrketê hin qanûnan sererast kir. Desthilata AKP’ê di 2’yê gulana 2024’an de qanûnek amade kir. Bi vê qanûnê şîrket ji bo li Manîsayê bi razemeniya sekinî 1 mîlyar lîreyan madnevaniya lînyîtê bike, hezar û 100 kesan bigire kar, dê ji sedî 40 rezemeniya piştgiriyê dê bigire, dê ji sedî 80 daxistina bacê lê bê kirin, dê ji gumrikê bac jê neyê stendin, dê KDV jê neyê girtin, dê piştgiriya prîma karsaziyê were dayîn.  
 
Dîsa şîrketê di 1’ê hezîrana 2023’yan de li navçeya Bazarcixa Mereşê ji bo 15 kesan bigire kar, bi razemeniya 144 mîlyon û 914 lîreyan ji bo îthalkirina makîne û alavan 1 mîlyon û 637 hezar û 271 dolar piştgirî stend. Herwiha ji şîrketê re piştevaniya faîzê, piştevaniya 10 salan a stopaja dahatuyê, bêparbûna baca gumrikê, ji KDV’ê xelasbûn, piştevaniya prîmê, ji prîma piştevaniya karsazan û ji sedî 90 daxistina bacê, ji sedî 50 piştevaniya razemeniyê hate kirin. 
 
‘ÎHALEYÊN 11 RIYAN’
 
Desthilata AKP’ê 11 îhaleyên projeya riyan da şîrketê. Di nava van riyan de riyên Artvîn-Meydancik, Bala-Aksaray-Ereglî, Denîzlî-Horsûnlû, Çanakkale-Çan, Balikesîr-Dursûnbey-Harmancik û Tavşanli, Sînop Ayancik, Ordû-Ûlûbey, Trabzon-Gumuşhane, Amed-Mêrdîn û projeya riya trênê ya Êlih Sînan, Nûrdag-Başpinar cih girtin. 
 
PROJEYÊN SANTRALÊN ENERJIYÊ
 
Şîrketê gelek îstasyonên bazê yên li Wan, Agirî, Colemêrg, Mûş, Konya, Karaman û Aksarayê; 14 Projeyên Santralên Ceyranê yên Avê, Santrala Enerjiya Tavê, Santrala Enerjiya Bayê hate dayîn. Di nava îhaleyên şîrketê girtine de Santralên Ceyranê yên Avê ên bi navê Kozbuku, Colemêrt Otlûca, Qileban, Şirvan, Mêrdîn Çag, Xerzan, Çorûm Încesû, Santralên Ceyranê yên Bayê yên bi navê Datça, Karakûrt, Şamli, Sebenoba, Kapidag, Projeyên Sentrala Ceyranê yên Mobîl a Mazotê ya Êlihê cih digire.  
 
PROJEYÊN KANA VEKIRÎ-KOLANDINÊ Û DEKAPAJÊ
 
Projeyên Karsaziya Balikesîr-Bîgadîçê ya Borê, Projeya Dekapajê, Kana Vekirî ya Balikesîr, Îzmîr-Çûkûralan, Kangal-Sêwas; Projeya Kolandina Komirê ya Husamlar Mûglayê jî xelas bûne. Projeyên Eynez- Kana Komirê ya Somayê û Kana Komirê ya Edeneyê jî hêj didomin. 
 
KARKER DI ŞERT Û MERCÊN XIRAB DE DIXEBITIN
 
Şîrket di demên dawî de bi şert û mercên xirab ên karkeran dide xebitandin, xespkirina mafên karkeran û texrîbata xwezayê hate rojevê. Dîmenên kana madeyê ya Somayê de di nav avê de bêyî tevbîr girtinê kabloyên ceyranê kişandin û dîsa karkerên piştî bûne endamê sendîkayê ji kar hatine dûrxistin careke din şîrketê anî rojevê. 
 
XWEZYA TIRKIYE Û KURDISTANÊ TALAN DIKE
 
Şîrketa ku karê Kargehên Zêrê yên Kozayê ku li rex Çemê Mûratê ya li navçeya Giyadin a Agiriyê ye jî girtiye û tê payîn ku zext li gundiyan kiriye ku koçê bikin. Ji ber şîrket di sala 2015’an îhaleya taxa Husamlar a Mîlasa Mûglayê de girtiye, sedan welatî koç kirin, dehan dar jî hatine birîn. 
 
TALAN ‘POLÎTÎKAYA ENERJIYA NETEWEYÎ’ BÛYE!
 
Xwediyê şîrketê Ferhat Nasiroglû di sala 2024’an de di hevdînên Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2024’an de, bi ser polîtîkaya enerjiyê ya “talan û texrîbata xwezayê” ya Budçeya Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya girêdayî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, nirxandina “Wekî ku kêrî sedsala Tirkiyeyê bê, polîtîkaya vîzyona enerjiya neteweyî û polîtîkaya madenê” kiribû û ji bo vê polîtîkayê çêkiribû, ji Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re spas kir.