Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e

img

WAN - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP li çar parçeyên Kurdistanê tenê belavkirina mêtingeriyê dike û got: “Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e. Paradîgmaya xweseriya demokratîk a Ocalan li dijî vê pergalê çareseriyê li pêş dixe.” 

"Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de li dar dixe, bi rûniştinan berdewam dike. Rûniştina ewil bi sernavê “Gelo aboriyek çandiniyê  ya din pêkan e?” dest pê kir. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal û endezyarê çandiniyê Şahîn Karakoyun wek axivêr amade bûn. Moderatoriyê jî Melîs Tantan kir. Di vê rûniştinê de li ser aboriya çandiniyê ya Kurdistanê hat axaftin. 
 
‘DIVÊ EM BÊJIN MERHABA BIRÊZ OCALAN’ 
 
Temellî di beşa axaftina xwe de anî ziman ku mêtingerkirina Kurdistanê ji bo kapîtalîzma Tirkiyeyê bûye pêngava yekemîn û wiha axivî: “Li Kurdistanê hemû razemenî bi hişê hilberîna kapîtalîst tê pêkanîn. Aboriya çandiniya Kurdistanê tasfiye dikin. AKP li rojavayê Kurdistanê û li hemû parçeyên Kurdistanê tenê tiştek dike, ew jî belavkirina mêtingeriyê ye. Desteserkirina çavkaniyên li Kurdistanê parçeyek polîtîkaya mêtingeriyê ye. Ji bo wan jî rêya herî girîng şer e. Heke ev desthilatdarî îro jî şer di rojevê de dihêle, ev nîşanî me dide ku kapîtalîzmê Tirkiyeyê xistiye nava çi rewşê. Di bingeha vê mêtingeriyê de şer û bêmilhiştin heye û bêmilkhiştina herî zêde jî li ser eraziyên çandiniyê yên Kurdistanê dikin. Dixwazin hemû çavkaniyên binerd û sererd ên Kurdistanê desteser bikin û xelkê bêmilk bihêlin. Lewma divê em ewilî li dijî şer rabin. Kapîtalîzma mêtingeriyê bivê nevê şer e. Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e. Lewma divê em li dijî van hemû kirinan bêjin, ‘Tu bi xêr hatî birêz Ocalan’. Çimkî paradîgmaya xweseriya demokratîk a birêz Ocalan, li dijî van hemû kirinan jiyanek nû û çareseriyê li pêş dixe. Em dikarin li ser rêya vê paradîgmayê polîtîkayên çandiniyê ya alternatîf mimkûn bikin û em dikarin vê ava bikin.” 
 
Piştî Temellî, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal û endezyarê zîraetê Şahîn Karakoyun jî li ser mijarê axivîn û behsa polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê kirin.
 
Rûniştina vê beşe bi pirs û bersivan bi dawî bû.