Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Tunela Kopê ya li ser rêya bejahiyê ya Erzirom û Baybûrtê çêkirina wê didome de hezaz çêbû, karkerek mir û 3 karker jî birîndar bûn. 
 
Di tunela ku li ser rêya bejahiyê ya Erzirom û Baybûrtê de li Çiyayê Kopê çêkirina wê berdewam dike, li aliyê Baybûrtê ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Li ser îxbara hatiye kirin tîmên AFAD, cenderme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Ji karkerên dema hezazê birîndar bûn M.B., H.D., M.A. û A.O. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Baybûrtê. Karkerê bi navê M.B. (22) tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Tedawiya karkerên din didome.