‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin

img

WAN - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ê di sempozyuma çandiniyê de axivî, wiha got: “Kurdistan bêstatu ye û destpêka hemû pirsgirêkan jî ev e”. Endezyarê Xurekê Ramazan Polat jî wiha got: “Şerê li Kurdistanê vê krîzê kûrtir dike.”

"Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de li dar dixe, bi rûniştinan berdewam dike. Di rûniştina duyemîn a roja ewil de “Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê” hatin nîqaşkirin. Rûniştina ku moderatoriya wê Fatîh Çîçek kir parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Sînan Çîftyurek û Ramazan Polat weke axivêr tev li bûn. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr a ewilî axivî, wiha got: “Di demekî ku em têra xwe dikin nîqaş dikin de tişta ewil em biaxivin çandinî ye. Şer nîşan didin ku heke hilberîna we ya çandiniyê nebe hûn nikarin têra xwe bikin. Em di salên dawî de dibînin ku Tirkiye her ku diçe ji çandiniyê dûr dikeve. Em encamên vê rewşê li Kurdistanê bi awayekî girantir dikarin bibînin.”
 
Demîr, bi lêv kir ku berê ji sedî 65 çandiniya Tirkiyeyê û ji sedî 70 pêdiviya goşt ji Kurdistanê dihate peydakirin û wiha berdewam kir: “Mayînkirina erdên çandiniyê, diyarkirina berhemên li gorî her bajarê tên hilberandin, şûna ku mirov tovên xwe hilberînin, polîtîkaya tovê ku axê qisir dike bêmirovî bi xwe re anî. Cotkar, ketine rewşeke ku ji tovê berhem bigirin. Piştgiriya çandiniyê hate pêşkeşkirin lê li şûna ku berhemên alternatîf zêde bibin, cotkar arasteyî berhemekî ku tam wan dixwest hatin kirin.”
 
‘MÊTÎNGERIYA HERÎ MEZIN LI KURDISTANÊ YE’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bi lêv kir ku dê di sempozyûmê de biryarên girîng bên wergirtin û wiha got: “Çandinî zindîbûna dewletekê ye û tevgera wê ya herî stratejîk e. Bêyî telefon û înternetê dikare bijî, lê belê ne pêkane ku bê genim bijî. Genim ne tenê ji bo gundiyan, ji bo her kesî girîng e. Kurdistan bê statuye û destpêka hemû pirsgirêkan jî ev e. Mêtîngeriya herî mezin li Kurdistanê ye. 4 bendavên herî mezin ên Tirkiyeyê li Kurdistanê ne lê ceyrana herî kêm jî Kurdistan digire. Vaye mêtîngerî ev e. Ji ber ku bandora herî mezin a şer li erdnîgariya Kurdistanê tê jiyîn, ewqasî bandorê li qadên çandiniyê jî dike. Ji ber ku mirov nikarin zeviyên xwe yên çandiniyê biçînin, biçin zozanên xwe û hilberînin. Ji ber vê yekê mirov neçar dimînin ku koç bikin. Belê, me niha fêm kir ku dewlet ji bo pêşketina çandiniyê tiştekî nake, ya herî girîng em ê çi bikin. Divê siyaset û şaredariyên me planekê deynin pêşiya xwe. Mijara herî girîng ew e bikin ku gel dîsa vegere gundên xwe. Dîsa divê ji bo kooperatîfbûnê û reforma çandiniyê biryar bên wergirtin.”
 
‘ŞER KRÎZA XUREKÊ KÛRTIR DIKE’ 
 
Endezyarê Xurekê Ramazan Polat jî bi serenavê “Tamkirina polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka kurd û lêgerîna li rêyekê ya ji krîza xwarinê” pêşkeşiyek kir. Polat, anî ziman ku li cîhanê krîza xurek û çandiniyê berdewam dike û wiha got: “Şerê li Kurdistanê vê krîzê kûrtir dike. Qirêjiya endüstriyel, şer, bikaranîna gubreyê û kontrolnekirina sermayeyê dibe sedema krîza xurekê ya civakî. Niha li Tirkiyeyê xwegihandina gidayê ya civakê her ku diçe vediguhere krîzê. Şer, pevçûn, qutbûna têkiliya di navbera mezêxer û hilberîner de ji bo negihiştina xwarinê astengiyên herî mezin in. Dema beriya hilbijartinên herêmî zem di rojevê de bûn, gotina Erdogan a ‘hûn dizanin fîşekek çiqasê ye, em du meh in leblebiyan naavêjin Efrînê’ vê rewşê baş vedibêje. Li vî welatî sedema herî mezin a xwe negihandina xurekan şer û pevçûn in. Sedemên din jî guhertina avhewayê, tasfiyekirina saziyên cemaweriyê yên ku xurekê ji civakê re radigihînin û jiholêrakirina tovên herêmî.”
 
Sempozyûm bi pêşkeşiyan berdewam dike.