Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin

img
KOCAELÎ - 119 karkerên ji ber mafê xwe yên sendîkayî xwestin ji aliyê Flormarê ji kar hatin avêtin û 20 rojin li ber fabrîqeyê di çalakiyê de ne, diyar kirin ku îktîdar li dijî wan e û wiah gotin: "Dema em biçin ser sindoqê em dê vê yekê li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqê. Em dê li ber xwe bidin.
 
119 karkerên fabrîqeya kozmetîk a Flormarê ya li Herêma Pîşesaziya Gebze (GOSB), bi hinceta bûn sendîkayî ji kar hatin avêtin, di 15'ê gulanê de li ber fabrîqeyê dest ji kar berdan û di çalakiyê de ne. Ewil 5 karker ji har hatin dûrxistin û li ber fabrîqeyê dest bi çalakiyê kirin. Piştî karkerên din jî ji kar hatin avêtin ew jî tev li çakayiêbûn. Karkerên piştre ji kar hatin avêtin, bi sedema ku silav dane hevalên xwe yên di çalakiyê de ji kar hatin dûrxistin. 
 
Ji karkerê ku ji kar hat avêtin Tuncay Sonmez diyar kir ku 1.5 salin dixebite û wiha got: "Bi armanca em hevalên xwe bikin sendîkayî me li karkeriyê dest bi xebatên sendîkayê kirin. Me li ser girîngî û wateya sendîkabûnê bi karkeran re niqaş pêş xist. Piştî me di nava karkeran de dest bi karê rêxistinê kir, Karsazan zext li ser me zêde kir. Hewl dan ku me ji xebatên sendîkayî dûr bixin. Lê me li dijî zextên di fabrîqeyê de xebat û karê xwe yê sendîkayî berdewam kir. Me lîsteya endamtiya xwe ji wezareta Xebatê û Aboriyê re şand. Me ev belge da karsaz jî. Lê piştre karsaz ev yek înkar kir. Patron û karsazên ku ji sendîka û rêxistinbûnê tirsiyan em kom bi kom ji kar dûr xistin." 
 
'180 ROJAN BIDOME JÎ EMÊ LI BER XWE BIDIN'
 
Sonmez, anî ziman ku ji ber li ber avahiya fabrîqeyê dest bi çalakiyê kirine rastî gef û zextên karsaz û patronan tên û wiha got: "Ji ber em di çalakiya xwe de bi israr ir, karsaz êdî ji me ditirse. Li her derê kamera bi cih kirine û hewl dide me ji çalakiya me sar bike. Dixwaze me tahrîk bike. Lê em di ferqa her tiştî de ne. Lê em bi biryarin el li vir sendîsayê bi rêxistin bikin û karê sendîkayê bi rêve bibin. Heta ku em sendîkayê ava bikin û mafê xwe bistînin em dê li ber xwe bidin. 20 rojin em di çalakiyê de ne. Ne 20 roj 180 rojan jî bidome emê berxwedana xwe berdewam bikin." 
 
Sonmez, bal kişand ser bandora OHAL'ê jî û wiha berdewam kir: "Tu carî îktîdar li cem karkeran cih negirtiye. Her dem li cem karsaz û patronan cih digire. OHAL di destê patronan de wekî maşik û mertal e. Yên ku em ziyaret kirine û piştevaniya me kirine em dê ji bîr nekin. Di nava me de jinên ducanî jî hene. Yên ku pitikên xwe li malê hiştine û hatine jî hene. 
 
Selman Sakarya jî piştî 15 mehan kar kir ji kar hat avêtin. Me pirsgirêk û daxwazên xwe ji rêveberiyêre gotin. Lê her dem daxwazên me li ber çavan nehatin girtin. Ji ber ku em li heqê xwe geriyan em ji kar avêtin. 
 
JI ÎKTÎDARÊ RE DENG TUNE
 
Sakarya, da zanîn ku 20 rojin di çalakiyê de ne û çalakiya xwe di nava piştevaniyekê de dimeşînin. Sakarya, bibir xist ku ew di rojiya remezanê û arîfeyae cejnê de ji kar avêtin û wiha got: "Em çalakiya xwe di nava piştevaniyê de berdewam dikin. Em govendê digerînin. Em sohbet dikin. Niqaş dikin. Em dibîn mêvanên hev. Em di 24'ê Hezîranê de dê dengê xwe nedin AKP'ê. Ji ber ku ne samîmî ne. Ger ku samimî bûna dê li halê me pirsîbûna." 
 
MA / Bilal Seçkin