New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin

img
AMED - Yek ji rojnameya DYA'yê New York Times di  makaleyek xwe de diyar kir ku ji sedî 12 milyonerên Tirkiye di ruyê Erdogan de Tirkiyeyê terk dikin. 
 
Li Tirkiye pirsgirêka kriza aborî her ku diçe kûr dibe. Gelek fabrîqe deriyê xwedigirin. Yek ji rojnameya DYA'yê New York Times di  makaleyek xwe de diyar kir ku ji sedî 12 milyonerên Tirkiye di ruyê Erdogan de Tirkiyeyê terk dikin. Rojnameyê di makaleya bi îmzeya Ruchir sharma de diyar kir ku milyonerên li Tirkiye ji ber pirsgirêkên aborî û zextên Serokomar Tayyip Erdogan welat terk dikin. Rojnameger Ruchir sharma di makaleya xwe de diyar kir ku li Tirkiye aborî serberjêr diçe û yên derdikevin derve welat kesên dewlemend in û wiha got: "Kesên dewlemend zû bi zû welat terk nakin. Lê ev nişan dide ku rewşa Tirkiye gelek xerab e.