ENQERE - Turk-Îş’ê daneyên sînorê birçîtî û xizaniyê yên meha cotmehê aşkere kirin. Li gorî vê sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 66 hezar û 553 lîreyan.
Turk-Îş’ê daneyên sînorê birçîtî û xizaniyê yên meha cotmehê aşkere kirin. Enflasyona xurekê ya mehana ji sedî 3,03 û ya salane ji sedî 49,31 zêde bû. Ferqa di navbera sînorê birçîtiyê û mûçeyê kêmtirîn bû 3 hezar û 429 lîre.
SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ
Li gorî daneyên Turk Îş’ê sînorê birçîbûnê yê ji bo malbateke 4 kesî ya li Enqerê dijî pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin bû 20 hezar û 431 lîre. Di meha îlonê de ev 19 hezar û 830 lîre bû.
SÎNORÊ XIZANIYÊ
Sînorê xizaniyê jî bû 66 hezar û 553 lîreyan. Sînorê xizaniyê meha borî weke 64 hezar û 595 lîre hatibû aşkerekirin.
LÊÇÛNÊN KESEKE/Î NE ZEWICÎ JÎ ZÊDE BÛN
Lêçûnên xebatkareke/î ne zewicî jî di vê serdemê de bû 26 hezar û 527 lîre. Li welatê ku zêdebûna bihayên xurekê didome de, li gorî daneyên Turk Îş’ê enflasyona xurekê ya mehana ji sedî 3,03 û ya salane ji sedî 49,31 zêde bû.