Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin

AMED - Bi hatina demsala zivistanê re welatî bi zehmetiyên giran rû bi rû ne. Welatiyên gaza xwezayî bi kar tînin ji ber fatûreyên zêde û yên sobeyên daran bi kar tînin jî ji ber bihayê êzingan nikarin xwe germ bikin. 

Bi hatina demsala zivistanê re li Amedê welatiyan dest bi hilkirina sobeyan û vekirina gaza xwezayî kirin. Lê belê ji ber krîza aborî, bihayê gaza xwezayî û êzingan pir zêde bûye. Di nava 5 salên dawî de bihayê gaza xwezayî ji sedî 470 û di nava vê salê de ji sedî 38; bihayê êzing û komirê jî her sal di navbera ji sedî 100 heta ji sedî 200 zêdetir bû. Ev yek jî di nava civakê de veguheriye pirsgirêkeke girîng. Par li Amedê tona êzingan bi 2 hezar û 500 TL’an bû û îsal di navbera 5 hezar û 7 hezaran de tê firotin. Her wiha bihayê veguhestina êzingan jî di navberra 300 û hezar TL’an de diguhere. Bikaranîna gaza xwezayî jî li malên 2+1 li gorî îzolasyonê di navbera hezar û 500 û 5 hezat TL’an de diguhere. 
 
Ji ber bihayê zêde yê sotemeniyê, gelek malbat nikarin xwe germ bikin. Beşekê xelkê Amedê dibêje ku ji ber fatûreyên zêde nikarin gaza xwezayî vekin û beşek jî dibêje ji ber bihayê zêde nikarin êzingan bikirin. 
 
'EM JI BO KU HINDIK GERM BIKE VEDIKIN’
 
Ji welatiyan Şefîk Bugdayci anî ziman ku bi hatine zivistanê re dest bi hilkirina sobeya êzingan kirine. Bugdayci, wiha got: “Min tona êzingan bi 5 hezar TL’an kirî û ji bo neqliyeyê jî hezar TL da. Ez debara xwe bi 12 hezar TL’ên teqawidiyê dikim. Ma dê pereyê min bi têrî çi bike? Nikarim xwe germ jî bikim. Di van şert û mercan de debar zehmet e. Tu îro bi hezar TL’an diçî bazarê, nikarî poşetê xwe nîvî jî bikî.” 
 
Eyûp Barût jî anî ziman ku bi hatine zivistanê re her meh derdora 4 hezar û 500 TL’an fatûreya gaza xwezayî dide û wiha got: “Ez karker im, mûçeyeke min ê neguhêr tune ye. 4 zarokên min hene û diçin dibistanê. Ez nikarim pêdiviyên wan jî pêşwazî bikim. Em bi zehmetî debar xwe dikin. Divê çareseriyek were dîtin.” 
 
Mafhûz Demîr jî got ku ew kêmtirîn mûçeyê werdigire, 4 zarokên wî hene û pereyê digire bi têrî wan nake. Demîr, da zanîn ku dema di pileya herî kêm de jî gaza xwezayî vedikin dîsa hezar TL fatûre tê û wiha pê de çû: “Tu destê xwe bidî qalorîferan, pir hindik germ dike. Ji ber ku me pê çênabe zêdetir vekin.” 
 
'DIVÊ ÎKTÎDAR BIGUHERE’
 
Hîdayet Tayfun jî bi lêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, debara wan kêm e û ev tişt anî ziman: “Gaza xwezayî dê te 3 mehan bide zorê lê bi giştî krîza aborî heye. Bi taybet jî mesrefa mitbaxê zêde ye. Ji bo mûçeyê kêmtirîn zem nakin lê li pey re ji bo her tiştekî zem dikin. Heke li cihekî şer û mirin hebe, li wir aramî tune ye. Îro li Sûriyeyê, li Efrîn û Filistînê şer heye. Ev jî dibin sedema nebaşbûna aboriyê. Ji bo başbûna aboriyê divê îktîdar biguhere.” 
 
'EZ NIKARIM MÛÇEYÊ XWE JÎ BIBÎNIM’
 
Mehmet Şahîn jî destnîşan kir ku debara xwe bi mûçeyê teqawidiyê dike û wiha pê de çû: “Ez 14 hezar lîreyan digirim. Ez mûçeyê xwe jî nabînim. Em heqê keda xwe nastînin. Me îsal gaza xwezayî venekir lewma fatûre nehatine. Lê par herî kêm 2 hezar TL dihatin. Xwedê dizane dê îsal çend bên. Welat veguheriye cihekî wisa ku zemên li pey hev êdî asayî bûne. Sedema nebaşbûna aboriyê îktîdar e. Ji ber ku ji bo çareseriyê tevnagere. Tenê li gorî daxwaza sermayeyê tevdigere. Heta rejîma yekzilamî neguhere dê aborî baş nebe.” 
 
'FATÛRE ZÊDETIRÎ 5 HEZAR TL’AN TÊ’
 
Kazim Ozbek jî got ku ji ber bihayê zêde yê fatûreyan nikarin xwe germ bikin û axaftina xwe wiha qedand: “7 ferdên malbata me hene. Serê sibehê têm pêşiya Mizgefta Mezin. Rojê kîloyek an jî nîvkîloya tûtinê difiroşim. Fatûreyeke gaza xwezayî jî zêdetirî 5 hezar TL’an e. Lewma nikarim gaza xwezayî vekim. Di vê rewşê de ma ez ê çawa debara xwe bikim.”