Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike

img

RIHA - Aborînas Çeleng Omer diyar kir ku hêzên kûrewî jibo ewlehiya ÎMEC’ê li Rojhilata Navîn di nava dîzaynkirineke nû de ne û got: “Heke tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike.” 

Welatê Çînê êdî di sermayeya navneteweyî de xwedî gotin e û di bazara hêzên kûrewî de cihê xwe girt. Li ser vê yekê di lûtkeya 2023’yan a G20’ê de welatên weke DYA, Hindistan, EWropa û welatên Kendavê projeya korîdora lojîstîk a nav parzemînan ÎMEC hate ragihandin. Projeya behsa xeberê ji Hindistanê dest pê dike û li bendergehên Mîrtiyên Ereban ên Yekbûyî bi rêya rêhesinê derbasî Erebistana Siûdî dibe û ji wir jî ser Urdunê derbasî Bendergeha Hayfayê ya Îsraîlê dibe. Ji wir jî li ser Qibrisê derbasî Bendergeha Pîreyê ya Yewnanistanê dibe û ji wir jî belavî Ewropayê dibe. Ev rê li ser Rojhilatê Ewropayê derbasî Bendergeha Hamburgê ya Almanyayê dibe û bi dawî dibe. 
 
ROJ BI ROJ BER BI ÎRO VE 
 
Di peymana behsa xeberê de pirsgirêka herî mezin pirsgirêka ewlehiyê ye. Di vê mijarê de gava ewil di sala 2020’ê de bi hewldanên Serokê DYA’yê Donald Trump hate avêtin. Ev hewldan, bi “Peymanên Îbrahîmî” yên di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de dest pê kir. Piştî lîtkeya G20’ê ya 2023’yan di navbera Îsraîl û Filistînê de şer dest pê kir û di Kanûna 2024’an de jî rejîma Baasê ya 58 salî hate hilweşandin. Hilweşandina rejîmê jî yek ji hedefên “ewlehiya” vê projeyê bû. 
 
Ji roja rejîm hatiye hilweşandin heta niha li Sûriyeyê alozî û pevçûn didomin. Piştî hilweşîna rejîmê, gelek hêzên herêmî û kûrewî hene ku li Sûriyeyê daxilî maseyê bibin. Lê belê ev plana dîzaynkirinê ya bi destên kûrewî li Rojhilata Navîn tê kirin, bandoreke mezin li dewletan û siyaseta wan a derve dike. 
 
Aborînas Çeleng Omer ê ji Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê têkildarî ÎMEC’ê û lingê wê yê Sûriyeyê axivî û got ku hêzên kolonyalîst di çarçoveya dîzayna nû de hewl didin planên xwe yên li Rojhilata Navîn bixin meriyetê. 
 
'DEWLETÊN UNÎTER DI HEDEFA HÊZÊN KÛREWÎ DE NE’ 
 
Çeleng Omer bi bîr xist ku şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê jî ji ber krîzên di navbera hêzên kolonyalîst de derketibûn û di encama wan de Rojhilata Navîn jihev parçe bûn û dewletên unîter hatine avakirin. Omer, got: “Di encama vê parçebûnê de Kurd bêstatu man. Kurdistan bû çar parçe. Ev xak, xaka herî dewlemend û xweşik a vê erdnîgariyê bû. Ev rewş bi qasî sed salan domiya. Pergala kûrewî bi vî awayî heta van rojan hat. Dewletên kûrewî bi vî awayî teşe girtin. Lê belê êdî ev dîzayn jî wan têr nake.” 
 
'TIRKIYE DI DÎZAYNA NÛ DE TUNE YE’
 
Omer, da zanîn ku ji xistina Sedam a li Iraqê heta “Bihara Ereban” tevahiya vê pêvajoyê bingeha xwe ji krîza aborî digirt û ev nirxandin kir: “Di bingeha şerê Ûkrayna-Rûsyayê de jî parvekirina gaza Rûsyayê heye. Her wiha rêya xurekan hedef tê girtin. Polîtîkaya Tirkiyeyê jî ew e ku di vê pêvajoyê de hedef neyê girtin. Armanca wê ya esasî ev e û gavên xwe li gorî vê avêt. Lê belê di pêvajoya nû de Tirkiye ji tiştên li Lîbya û Iraqê diqewimin dûr nîne. Jixwe rewşa wê ya aborî berçav e. Heke pirsgirêkên xwe yên demokrasiyê û pirsgirêkên gelan ên li hundir çareser neke, dê nekare avantaja xwe ya welatê transît biparêze. Di plana sedsala nû de IMEC di rojevê de heye ku ji Hindistanê ber bi Ewropayê ve fireh dibe. Ev korîdor ji Erebistana Siûdî, Îsraîl, Îtalya û heta Ewropayê diçe. Di vê rêyê de Tirkiye li derve dimîne. Ev yek jî dê bike ku Tirkiye di sedsala nû de ji bo sermayedaran zêde girîng nebe. Lewma divê Tirkiye ji hundir ve jî bê dîzaynkirin. Ji bo vê jî divê dev ji şer û rijandina xwîna mirovan berde û bi rêya demokrasî û aştiyê were dîzaynkirin. Dewletên cîhanê jî li gorî pergala nû xwe dîzayn dikin. Ji ber vê pêvajoyê jî bendewariyek heye ku Tirkiye ji navxweyî ve xwe dîzayn bike.” 
 
'PIRSGIRÊKA KURD DI NÎVA KRÎZÊ DE CIH DIGIRE’ 
 
Bi domdarî Omer destnîşan kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê dê bandorê li Rojhilata Navîn bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku ji Tirkiyeyê tê xwestin ew e ku vê pirsgirêkê tavilê çareser bike û Kurdan êdî nas bike. Em dibînin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo çareseriyê bibiryar e. Neçareserkirina vê pirsgirêkê dê krîza heyî girantir bike. Ev dê li cihekî biteqe. Dabeşkirina Kurdistanê ya li 4 parçeyan ne tenê Kurdistan lê her çar dewletên lê hatiye dabeşkirin jî xistiye nava krîzê. Li van her çar welatan jî pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Niha li Sûriyeyê vê pir kûr dijî.” 
 
Di berdewamê de Omer anî ziman ku ji bo gelên Sûriyeyê çareseriya herî baş xweserî an jî federasyon e û axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa federatîf a li Iraqê tevî kêmasiyên xwe jî ji bo Rojhilata Navîn rewşekî erênî derxist holê. Jixwe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mînakeke pir girîng e. Sûriye jî mîna Iraqê welatekî pirçandî, pirolî û pirnasnameyî ye. Lewma tenê pergala federatîf an jî xweserî yan jî konfedere dikare jê re bibe çareserî. Ji ber ku em dibînin ku di nîva pirsgirêkên îro de pirsgirêka Kurd heye.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî