ENQERE - Rêjeya zema ji bo mûçeyên teqawidên SGK û Bag-Kurê hatiye kirin bû ji sedî 16,67.
Piştî TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên meha Hezîranê aşkera kirî, zema mûçeyan ku bi milyonan teqawidan eleqedar dike jî zelal bû. Ji meha Tîrmehê ve ji bo mûçeyên teqawidên ji SGK û Bag-Kurê ji sedî 16,67 zem dê were kirin.
TUÎK’ê enflasyona meha Hezîranê weke ji sedî 1,37 û ya salane jî weke ji sedî 35,05 ragihand. Bi vê yekê re rêjeya enflasyona 6 mehan jî gihişt ji sedî 16,67. Zema ji bo mûçeyên teqawidên SGK û Bag-Kurê yekser li gorî vê rêjeya enflasyona 6 mehan hate diyarkirin.
Bi Tîrmehê ve ev zem êdî dikeve meriyetê.