Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 3 mirî û 16 birîndar

img
MÊRSÎN – Li Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser riya Arslankoyê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê li herêma ku wek “fetloneka bixwîn” jê re tê gotin karkerên çandiniyê ku piraniya wan ji penaberên Sûriyeyê pêk tên qeza kir. Minîbus ji rê derket û qelibî. Di qezayê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaney3en cuda ên bajêr û miriyan jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.