‘Kartol hene lê bazar û kirîn nîne’

img
RIHA – Kartol bi bihayên xwe zêde û îthalatê ji rojevê nakeve. Cotkarên kartolan jî bi gazin in. Mahmut Keskînlî yê kartola datîne got ku ji ber pirsgirêka bazarê hilberîn di destê wan de dimîne. 
 
Li Tirkiyeyê bi yek carî bihayê kartolan zêde bû. Bi ser vê yekê re Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba jî pesnê îthalata kartolan a ji Sûriyeyê da. Yên kartolan datînin bi gazinin. Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê Mahmut Keskînlî yê 40 sal e cotkariyê dike got ku kartolên wî daniye di destên wî de mane. 
 
‘WEZÎR KARTOLÊN ME NABÎNE’ 
 
Keskînlî çû nav zeviyên kartolên xwe û gotinên Fakibaba yên pesindayîna îthalata kartolan bibîr xist û got: “Me 250 donim erd kartol çandiye. 500 ton kartol jê tê. Hemû di destên me de mane. Cihek em ê lê kartolên xwe bifiroşin nabînin. Lê wezîrek ku kartolên me nabîne heye. Kartol gelek in lê bazar û firotin nîne.”