'Ji ber ku karker bi wesayîtên derî kontrolê tên guhastin qeza çêdibin'

img

MÊRSÎN - Seroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku qezayên karî yên karkerên demsalî cinayetên karî ne û karker bi wesayîtên ku ji trafîkî tên menkirin û ji dêvla 25 kesan 40-50 kesî li wan tên siwarkirin û veguhastin. 

 
Çend roj berê li ser rêya Arslankoy a navçeya Toroslar a Mêrsînê wesayîta karkeran qulibîbû. Karkerên di wesayîtê de gelek jê penaberên sûriyeyî bûn û 3 kes miribûn û 16 kes jî birîndar bûbûn. Seroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, bilêv kir ku ev qezaya ku pêk hatiye cinayeta karî ye û divê rayedar rojek berî rojekê rê li ber vê yekê bigirin. 
 
Goksoy, diyar kir ku şert û mercên xebatê yên karkeran nebaş in û yek ji pirsgirêka ku rê li ber vê yekê vedike jî taşerontî ye. Goksoy, destnîşan kir ku bi buroyên îstihdamê ya taybet karkeriya bikirê tê qanûnîkirin û ev yek jî bi xwe re rê li ber xebateke bê ewle vedike. 
 
WESAYÎTÊN KU DIVÊ JI TRAFÎKÊ BÊN MENKIRIN TÊN XEBITANDIN 
 
Goksoy, destnîşan kir ku mirinên di vî warî de ne qeza ne, cinayetên karî ne û got: "Li vîraja li hêla Arslankoyê bi sedan qeza çûbûne û di van qezayan de gelek kes mirine. Hêvîdar im rayedar rojek berî rojekê tev bigerin û rê li ber van qezayan bigirin. Karkerên çandiniyê bi wesayîtên kevn heta bi wesayîtên ku divê ji trafîkê bên menkirin tên veguhastin. Ji dêvla 25 kesan 40-50 karker li van wesayîtan tên siwarkirin. Yanî bi her awayî bê ewletî û nekontrolkirin heye. Li gelek deverên Tirkiyeyê nemaze jî li Mêrsînê karkeran bi motoran dibin ser kar. Divê ev rewş bi awayekî kêfî neyê kirin." 
 
Goksoy, anî ziman ku rayedarên hikûmetê tim bi çêkirina rêyan pesnê xwe dide, lê belê ji bo vê rêyê tu tevdîran nagire û got: "Şaredariya Mezin bi çêkirina derbaseyên bin pesnê xwe dide. Lê belê bi salan e pirsgirêka vê 'vîraja bi xwîn' çareser nekiriye. Li vê vîrajê mirov dimirin, lê belê pirsgirêkê çareser nakin." 
 
Goksoy, destnîşan kir ku di qezaya dawî de ji 3 kesên mirin 2 jê zarok bûn û got: "Zarokên ku divê biçin dibistanan tên xebitandin û di dema diçin xebatê dimirin. Divê mirovên ku wekî penaber ji Sûriyeyê tên li kampan bên bicihkirin. Divê ji perwerdehiyê bigir heta tenduristiyê hemû pêdiviyên wan bi cih bên. Lê belê ji ber ku li hesabê sermayeyê jî tê, wan bi erzanî dide xebitandin." 
 
Goksoy, anî ziman ku di vê şert û mercên karkeran ewle bin û got: "Em bang li rayedaran dikin, êdî bes e ku we jiyana karkeran bin pê kir, jiyana karkeran berbayî hirsa xwe ya qezenxkirinê nekin. Em li dijî vê yekê ne û em ê tim li dijî vê bin."