ZMO: Divê cotkar, kooperatîf û yekîtiya xwe ava bikin

img

AMED – Serokê Şaxa ZMO yê Amedê Abdulsamed Ucaman diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li herêmê çandinî hatiye asta xelasbûnê û ji bo çareseriya pirsgirêkê divê cotkar ji xwe bawer bin û koperatîf û yekîtiya xwe ava bikin. 

 
Di bajarên herêmê de Amed, berê xwedî 650 hezar hektar erdê çandiniyê bû. Di serdema AKP’ê ji ber birêvebirina polîtîkaya li ser çandiniyê her ku çû ev qad biçûk bû. Aboriya bajêr ji sedî 40’ê wê ji çandiniyê tê temînkirin. Li Amedê li gorî salên berê rewşa cotkaran xerab dibe. Cotkarên genim, ceh, nîsk û garis datînin hem ji ber kirîza aborî û hem jî ji ber guhertina demsalan zerarek mezin dikin. Cotkarên li çolteran jî ji ber Rewaş Awarte (OHAL), îlankirina herêmên ewlehiyê û operasyonên leşkerî nikarin çandiniyê bikin. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîratê (ZMO) ya Amedê Abdulsamed Ucaman polîtîkaya çandiniyê ya AKP’ê nirxand. Ucaman diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li herêmê birêve dibe hema bêje çandinî hatiye asta xelasbûnê û got: “Çandiniya harêmê ji çavê xwe derxistin e. Her roj qedexe hene. Zeviyên çandiniyê jî nesîbê xwe ji vê yekê digirin. Tenê dîtbariya erdan û çandiniyê heye. Cotkarên li deştê çandiniyê dikin jî zerar dikin.” 
 
'COTKAR TERKÎ QEDERA XWE TÊN KIRIN’ 
 
Ucaman destnîşan kir ku li Amedê îsal ji ber hişkesaliyê û barîna baranê ya dereng cotkarên çandiniya zad dikin zerara wan gelek çêbûye û got: “Li Tirkiyeyê 15 sal e li ser navê çandiniyê tu polîtîkayek nemaye. Kes ji cotkaran re nabe alîkar û destekê nade wan. Cotkar bi rêbazên berê cotkariyê dike. Cotkaran terkî qedera wan dikin.” 
 
‘YEKÎTIYA COTKARAN GIRÎNG E’ 
 
Ucaman da zanîn ku di warê zanyariya çandiniyê de cotkar nayên perwerdehkirin û got: “Divê ku rêxistinbûyînek micid di nav cotkaran de bê kirin. Divê ku li dijî hemû polîtîkayên kedxwarî û yên çandiniyê cotkar bi xwe bawer bin, kooperatîf û yekîtiya xwe ava bikin.”