Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire

img
STENBOL – Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, bal kişand ser polîtîkayên rejîma nû ya aboriyê û wiha got: "Ev rejîm dê di demek pir nêzîk de Tirkiye têxe neqeba bêserî. Heta ku di vê hişmendiyê de guhertin çênebe ev krîza aborî rast nabe û ev çerx nazîvire." 
 
Di nava hefteyekî ku kabîneya nû hat aşkerekirin krîza aborî reng û ruyê xwe da der. Borsaya Stenbolê ji sedî 8,95 winda kir. Di rojên dawî de pereyên biyanî Dolar û Euro li hemberî pereyên TL qîmeta xwe zêde kirin û pereyên Tirkiye bêqîmet bû. Şîrketên navneteweyî pûanên kridê yên Tirkiye daxistin. Dîsa puanên Koç Holding gû hîn şîrketên din jî daxistin. Piştî rejîma nû hat ser kar û krîza aborî kûr bû, aborînas û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Erol Katircioglu, bal kişand ser polîtîkayên kabîneya nû û deynê Tirkiye. 
 
Katircioglu, bal kişand ser kesên di kabûneya nû de cih digire û wiha got: "Êv kes wekî tê gotin, ne kesênk pir serkeftî ne. Xuya dike ku ev kesana tenê ji bo Erdogan kesên girîn in. Ji îcrayên wan wêdetir, dê çiqas karibin berpirsiyariya Tirkiye bidin ser xwe. Xwediyê Tûra ETS'ê tenê tişta zanibe, turizm û ragihandin e. Ew dê ji ku zanibe pêvajoya hilberînê çawa ye. Dê çawa zanibe xizmeta malê nû çawa tê hilberîn. Pergala hilberîna sist çawa ye. Ez ne bawerim ku ev kesên hatin hilbijartin karibin berpirsiyariya Tirkiye bidin ser xwe û di heqê pirsgirêkên wê de derevin." 
 
‘TIRKIYE JI WELATÊ BI EWLE DERDIKEVE'
 
Katircioglu, destnişan kir ku derdorên fînanstê li gorî ewlehiya hikûmetê tev digerin û li gorî wê sermaye dixin wî welatî û wiha berdewam kir: "Zêdebûna dolar û euro ya li Tirkiye nişan dide ku Tirkiye ji aliyê avakirina fabrîyenan ne welatekî ewle ye. Zêdebûna dolaran ji ber Tirkiye ne welatekî ewle ye. Derdorên finansa biyanî zêde baweriya xwe bi pêşeroja Tirkiye nîne. Ez ne alîgirê 'Bila îlla sermayedarên biyanî bên Tirkiye' me. Lê ev jî rastiya Tirkiye ye. Aboriya Tirkiye mohtacê sermayeya biyanî ye. Ev rêya ku kabîneya nû serî lê dide nê rêya çareseriyê ye."  
 
 
ALBAYRAK DI JIYANA XWE DE ÇI KIRIYE 
 
Erol Katircioglu, bal kişand ser rewşa zavayê Erdogan Berat Albayrak jî û wiha lê zêde kir: "Ev ji bo min pir pêkenok e. Berat Albayrak heta niha di jiyana xwe de çi kiriye. Heta niha çi kiriye ku aboriya Tirkiye rast bike. Ev welat ne şîrket e. Heta duh xwediyê şirketê bû îro anîye ser aboriya Tirkiye. Ev pir ecêb e. Ev kîye? Çeribandinên wî çine? Wezîrê Enerjiyê karekî gelek baş kir ? Ez carna difikirim ku Tayyip Erdoğan li cîhanek din dijî. Dolar bûye 5 tl. Dibêje meraq nekin dê dakeve. Dê çawa dakeve. Ev nîşan dide ku dê di demek nêzîk de Tirkye têkeve rêyek bê veger. Dê polîtîkaya ku ji nan û avê xwe kêm bikin pêş bixin. Dawiya dawî Îktîdar dê li masaya ÎMF’ê rûnê. 
Bi vê hişmendî û vê îktîdarê ev çerx nazîvire. 
 
MA / Muhammet Dogru