Îhmalkariyê Şîmşek kuşt

img
MUGLA - Bavê Seray Şîmşek ê di hezana Santrala Termîkê ya Yataganê de jiyana xwe ji dest da Cemîl Şimşek diyar kir ku ji ber îhmalkariyê termîk li kurê wî bû gor û wiha got: “Kurê min tim digot ‘Ger di bantê de hezan pêk were, destpê kê ezê bimirim.’”  
 
Di 19’ê Tîrmehê de li Stantrala Termîkê ya Yataganê 3 kîlometre dûrî Rêya bejahiya Mîlas a Taxa Şahînler a navçeya Yatagan a Muglayê, di qenala kimorê ya pergala rayê de hezan rû da. Di bûyera rû da 9 karker birîndar bûn û 2 karker jî, jiyana xwe ji dest dan.  Di sala 1977’an dest bi çêkirina Santrola Termîk a Yatagan hatibû kirin. Yekem beşa termîkê di sala 1982’yan, beşa dumeyên sala 1983’yan û beşa sêyemîn jî di sala 1985’an de ji bo bikaranînê hat vekirin. Santrala Termîk a Yatagan di 1’ê Kanûna 2014’an de dewrî Şirketa Anonîm a Bereket hat kirin. Li gorî îdîayên karkerên di termîkê de dixebitin, ev 10 salin bantên komirê yên santrale nehatine nû kirin. Piştî bûyerê xediyên Şîrketê, bantên komir ên zeng girtî yên di santrale de bi yên nû guhertin. Hemû karkerên di santralê de dixebitin, ji bajarên cuda hatine û hemû ciwanên 18 û 25 salîne. 
 
SERAY ŞÎMŞEK XEMSERIYA HEYÎ DIZANÎBÛN!
 
Bavê 2 zarokan Seray Şimşek (36) ê di karesta termîkê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Cazgirlar a muglayê hat dinê. Şimşek dibistana dest pê kê  û lîseyê li gund diqedîne û piştî dibistana xwe  diqedîne, bi  temîrkariyê debara mala xwe dikir. Şimşek di 25 saliya xwe de dest bi karê stanrala termîkê kir  û ji bo bibin hostayê benda komirê li Îzmîrê perwerde dît. Dûre nêzî 10 salan, hostatiya benda komira termîkê kir. Bavê Şimşek Cemîl Şimşek, diyar kir ku ji ber xemsariya santrale kurê wî jiyana xwe ji dest da.     
 
500 TON KOMIR BI SER DE HERIFÎ BÛN
 
Şîmşek anî ziman ku kurê wî hostayê bendê bû wiha got: “Ji ber ku kurê min dixebitî, tim qazincên wî hebûn. Tim digot ‘Di qezayek herî biçûk de jî ezê dibin bandan de bimînim û bimirim.’ Roja bûyerê jî di banda komirê de pirsgirêka hebû. Min Seray danî santralê û vegeriyam malê. Durê birayêziyê min bi telefonê li min geriya. Pirsa Seray kir û got ‘ji ber ku di şerîdê de pirsgirêk hebû, min îro kar berda.’ Lê j imin re negot şerit qûtbûye û hilweşiyaye. Bi kurê min re kesek din jî nedîtin. Gava çûm ber termîkê, destûr nedan em bikevin hûndir. Piştî mirov zêdebûn, em girtin hûndir. Zabitayên di termîkê de dixebitîn gotin ‘kurê te dijî.’ Min bertek nîşanî wan da û got ‘ma hûn zarokin. 500 ton komir bi ser wan de herifiye. Gel zarokek dikare dibin kavilan de bijî?’ Di saet 22.00’yê şevê de derxistin. Weke ku saxbe, nîşanî kesekê nedan û birin nexweşxanê.” 
 
BERÎ BÛYERÊ SÊ ROJAN ŞERÎDAN XETA DIDAN
 
Şîmşek di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di hezanê de rû û canê karê min şîn û reş bûbûn. Dayîk û hevjîna wî, wî nas dikin. Piştî kar û barên otopsiya cenaze saet 05.00 sibê teslîmî me kirin. Piştî nimêja nîvrojî me cezane defin kir. Heya demek dirêj jî tu rayedar nehatin serdana me. Kurê min bi sîgortayê dixebitî. Tu ewlekariya hûndir tunebû. Gava komir diket nava şerîtan şil dibû. Hêsinê ku şil dibe, ma na rize? Kesên di termîkê de dixebitin gotin berî sê rojan şerîdan xeta didan. Ji bo rayedaran ev yek gotine. Lê ji wan re gotine ‘hûn bixebitin tiştek nabe.’ Ji serê hikûmetê bigirin heya xebatkarên herî jêr, bêkontroliyek mezin heye. Çavên xwe ji Somayê re gotin. Çavên ji vê re jî girtin. Bila ji bo dewletê pere were, kê dimire bila bimire. Kuçik dimire, diçin taziya wî. Termîk ji bo kurê min bû gor.” 
 
Şîmşek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gava zarokên xizanan dimirin, nû lêpirsîn tê aqlê we? Ji xwe walî demildest dûr ket. Li Tirkiyeyê her roja derbas dibe qezayên kar zêdetir dibin. Dixwazin malbat bêdeng bimînin. Ez tu carî bêdeng nemînim. Ezê şopa qatilên kurê xwe berendim. Rayedarên şîrketê, gotin ‘emê heqê kurê te bidin te.’ Ez ê qet neyim van lîstikan. Heya berpirs derbikevin holê, ezê doza xwe bidomînim. Du zarok û hevajîna kurê min hene. Derûniya wan pir xerab bûye. Divê berpirs bên ceza kirin. Ez gilîdarê berpirsame.” 
 
MA / Ruken Demîr – Ayşe Surme