Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome

img
STENBOL – Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome. Karker li Umraniyeyê beriya bigîhîjin Marketa Medîa rêveberan derabeyan li wan girtin. 
 
Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome. Karker bi boneya zordestiya li ser xwe şermezar bikin çûn Navenda Dan û Stendinê (AVM) ya Meydanê. Beriya karker biçin ber marketê gellek polîs û peywîrdarên ewlehiya taybet pêşî li wan girtin. Dema karker çûn hundirê marketê, polîs û peywîrdarên ewlehiyê dan pey wan û çalakiya karkeran asteng kirin. Li ser vê yekê karkeran li ber AVM’ê zora li ser xwe şermezar kirin. Karkeran pankarta “Nebe şîrîkê dijminahiya karkeran û yên mafê me dixwin” vekirin û dovîzên “Yekîtiya karkeran dê sermayeye têk bibe”, “Em ê mafê xwe paş de bigirin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Sendîkaya Nakliyat-Îş’ê Alî Riza Kuçukosmanoglu axivî û got ew ê xwedî li çalakiya karkeran derkevin
 
Kuçukosmanoglu anî ziman ku heta destûra bê dayîn di hundirê AVM’ê de çalakiya xwe li dar bixin dê her hefte li ber AVM’ê bin. 
 
Karker piştî çalakiya li vir berê xwe dan Marketa Medîa ya li navçeya Umraniye ya Stenbolê û li ber markete çalakî li dar xist. Rêveberiya Marketa Medîa derabeyan li karkeran girt.