Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî

img
MÊRSÎN - Karkerê înşaetê Mustafa Karakuyu piştî qezaya kar derbas bike xwest gilî bike, lê karsazan jêre gotin 'Çi pêwîst be ewê bikin' û ew asteng kirin. Lê berî ku Karakuyu baş bibe û bêdarmankirin, karsazan ew dan xebitandin. Ji ber vê yekê Karakuyu niha xeteriya divê bê emeliyat kirin dijî.
 
Fîrmaya Bîter Înşaat a li Tarsusa Navçeya Mersînê dixebite 1’ê Çileya 2018’an de li Yenî Meheleyê dest bi projeya avahiya 15 qat bê rakirn kir. Di serdema kolana hîmê avahiyê de roja 6’ê Çile ji ber baranê herî herikî û Karkerê Înşeatê Mustafa Karakuyu (45) di bin heriyê de ma. Karker ji nav heriyê tê rizgarkirin wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Di mudaxeleya destpêkê de doktoran tespît kir ku di laş û çaqê Karakuyu de hin cihên zêde pelçiqî hene. Li gel vê jî di heman roj de ew taburcî kirin. Karakuyu dema hat mala xwe ji bêvila xwe xwîn hat. Ji tirsa xwîn herikîbe hinavê wî carek din çû nexweşxaneyê. Carek din kontrol tê kirin û tê tespîtkirin ku di linga Karakuyu de çirandinek heye û li ser rewşê ‘20 roj rapora nikare kar bike’ doktor dide Karakuyu. Doktor derman dide û ji bo dermankirinê karker diçe mala xwe. 
 
Karakuyu destnîşan dike ku Karsaz di Qereqolê de ji wîre gotiney “li ser min dozdariyê neke ji bo te çi pêwîst bike ez dê bikin. Ez piştgiriya te dê bikim. Heta tu rabî ser lingên xwe û karibî kar bikî çi lêçûna te biçe ez dê bibersivînim.” Karakuyu jî dide zanîn ku ew jî li ser vê helwesta karsaz dev ji dozdariyê berdaye. 
 
BERÇONG GIRÊ DA Û DEST BI XEBATÊ KIR
 
Karsaz piştî 20 rojan bang dike Karakuyu û Karakuyu bi çonga wî ya bi berçongê girêdayî dide xebitandin. Karakuyu 4 meh yekser bi berçonga girêdayî dixebite. Lê Karakuyu ji ber êşa niga xwe nahewe û diçe li nexweşxaneyê MR’a çaqa xwe dikşîne. Di MR’ê de tê dîtin ku rewşa çonga Karakuyu xirab bû û di menûskûsa çonga wî de çîrîna heyî bi awayê çeprast zêdetir bûye. 
 
BO KU DEV JI DOZDARIYÊ BERDA...
 
Doktor di encama tatkîkên xwe de biryar dide ku çonga Karakuyu ameliyat bike. Karakuyu li ser vê “Ewraqên hatine amadekirin hildide û diçe ber karsaz û dibêje ku ewê ameliyat bibe. Ji ber Amelyatê dê 3-4 meh bi rapor be. Ji ber vê jî dê nikaribe bixebite. Ameliyat jî ji ber qezaya îş e. Kirya xaniyê min heye. Debara min hey.” 
 
Karaykuyu got: “Karsaz li ser vê gotina wî bersiv dide û dibêje; ‘tiştaku ku bê kirin nîn e’.” Karakuyu wiha poşmaniya xwe tîne ziman: “Wî min xapat û nehişt ez dozdariyê li ser wê bikim. Lê min rast nekir. Divê min gilî lê bikirina û heta dawiyê dozdarê doza xwe bûma. Karakuyu hê ji serî-nûve li bendêye dermankirina wî biqede û doz li Karsaz veke. 
Fîrmaya Înşaatê jî qebûl dike ku Karakuyu karkerê wan e, lê  tu pirsgirêkê wan ê heyî nîn e.