Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin

img
RIHA – Cotkarên Pirsûsê ji ber kêmbûna avê û fatûrayên ji wan re tên nivîsandin li ber DSÎ’yê çalakiya protestoyê li dar xistin. 
 
Ava qenala avê ya Projeya Başûrêrojhilatê Anatoliyê (GAP) hêj nagihîje heta Deşta Sirûcê (Pirsûs) û ji ber nebûn û kêmbûna avê cotkar zirarê dikin. Hin cotkarên ava wan nîne û pirsgirêkên wan cotkariyê derdikevin û ji wan re “Deynê xeyalî” derdixin li ber Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) çalakiya protestoyê li dar xist. 
 
Serokê Komeleya Keyayên Pirsûsê Huseyîn Gundogdu jî piştevaniyê da cotkaran û li ser navê cotkaran axivî. Gundogdu diyar kir ku tevî ku avê nadin cotkaran fatûreyên avê ji cotkaran re şandine û ji ber nebûna avê hemû zadê wan hişk bûne. Gundogdu xwest pirsgirêkên cotkaran bên çareserkirin û demildest avê bidin cotkaran da ku mexdûriyata wan ji holê rabe. 
 
Cotkaran jî xwest mexduriyeta wan ji holê rabe û li dijî perîşaniya bi didin jiyîn nerazîbûn nîşan dan. 
 
Cotkar piştî çalakiyê çûn bi Midûrê DSÎ yê Herêmê re hevdîtin kirin û hat zanîn ku midur pirsgirêkên cotkaran yek bi yek nîşe girtiye û soza dê çareser bikin daye. Pişt re karker ji avahiya DSÎ’yê veqetiyan.