Tanrikulu: Li Şirnexê hilberîn qaçax be jî bazarî qanûnî ye

img

ŞIRNEX - Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser hezeza li Şirnexê û aşkera kir ku wî bi walî re axivî ye, lê der barê destûrnameyê de agahiyeke şên ber negirtiye û wiha got: "Hilberîn qaçax be jî diyar e bazarî bi qanûnî ye."

Berî du rojan di hezeza li Şirnexê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest da û karkerek jî bi giranî birîndar bû. Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu li avahiya CHP'ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Wekîla CHP'ê ya Kocaeliyê Fatma Kaplan Hurriyet, Serokê CHP'a Şirnexê Mehmet Ugur û gelek endamên partiyê tev li bûn. Tanrikulu aşkera kir ku wî bi Waliyê Şirnexê û Serokê Odeya Bazirganî ya Şirnexê Osman Gelîş hevdîtin pêk aniye û der barê bûyerê de agahî da û piştrast kir ku gelek pirsgirêkên bajêr hene.
 
Tanrikulu bi lêv kir ku dema kar di cihê xwe de be, kes dengê xwe nake, di nava 2 salan de li bajêr gelek pirsgirêkan rû daye û wiha got: "Li Şirnexê tenê yek kargeha dewletê tune. Şirnex muhtacê komirê ye. Îhale nû pêk hatiye; lê me agahiyek şênber negirt. sîgorteya 2 welatiyan tune. Ev qadana nayên kontrolkirin. Ji ber wê mirov canê xwe datînin holê û komirê derdixin." Tanrikulu aşkera kir ku walî der barê hebûna destûrnameyê de tiştekî şênber negotiye.