Li kesên îxracan protesto kirin cezayê pere birîn

img

AMED – Li kesên ku îxrackirina xebatkarên Şaredariya Kayapinarê şermezar kirin di çarçova OHAL'ê de li gorî xala  25/b-1’emîn di berdêla 30 rojan de 914 TL cezayê pere hat birîn. 

 
Di çarçoveya OHAL’ê de û bi Biryaran Hukmê Qanûnên (KHK) 677 û 678’ê de bi hezaran xebatkarên cemawerî û kedkar ji şaredariyên Amedê hatin îxrackirin. Tenê di Şaredariya Navçeya Kayapinara Amedê ya Partiya Demokratîka Herêman (DBP) de Endezyar, mimar, plangerên bajêr jî di nav de 57’ kes bi KHK’ê hatin îxrackirin. Piştî biryar di Rojnameya Fermî de derket 23’ê Mijdara 2016’an de li pêşiya avahiya xizmetê ya şaredariyê biryar hatprotestokirin. 
 
30 ROJ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ
 
Dozgerê Komarê yê Amedê kesên tevê portestoyê bûn li gor yasaya 2935 a OHAL’ê û benda 25/b-1’ê lêpirsîn vekir. Dozger heta niha li 25 kesên îxrac bûne 30 roj cezayê girtîgehê birî. Ev ceza her roja wî di berdêla 30 TL’yê de bi giştî dike 900 TL. Dozger ji bo her kesek jî 14 tele lêçûna dozê birî û bigiştî dike 914 TL. Dazger di biryarê de diyar dike ku cezayê hatiye birîn heke neyê dayîn dê doza cemaweriyê li wan bê vekirin. 
 
Rêveberê TUM BEL-SEN’A Şaxa Amedê Bakî Ondeş ku ew jî hat îxrackirin bertek nîşanê îxrackirin û cezayê hat birîn da û got: “Bê hiquqiya mezin dikin. Mafê jiyanê ji bo me nehiştin. Heke em cezayê hatiye birin nedin jî bi girtinê gef li me dixun. ” 
 
ZAGONA OHAL’Ê YA  25’EMÎN
 
Li gor fikra (b) ya xeta 3’emîna qanûna 25-b’ê cihên OHAL lê tên îlankirin;
 
1. Waliyên Herêmî an go waliyên bajêr bi erka van zagonan derbarê kesên ne li gor vê zagonê tevbigerin kare ji mehêk heta 6 mehan ceza li wan bibre.