Di germahiya 50 pileyî de rojê 13 saetan dixebitin

img

RIHA - Li Rihayê karkerên çandiniyê ku di germahiyeke heta 50 pileyî diçe de rojê 12-13 saetan dixebitin, diyar kirin ku tu ewlehiya wan tune ye û bi heqedesteke kêm dixebitin. Karkeran got, xebatên rêxistinên kedê yên di vî warî de kêm in. 

Li navçeya Heweng, Bêrecûk, Pirsûs, Xelfetî û Curnê Reş ên Rihayê û li navçeyên Belkîs, Qarqamiş û navçeyên din ên Dîlokê karkerên çandiniyê di germahiyeke 45-50 pileyî ya Rihayê de rojê 12-13 saetan dixebitin. Karkerên ku bêyî ku ewlehiyeke wan hebin rojê bi 50-70 lîreyî dixebitin. 
 
‘JI BO PENABERAN JIYAN ZEHMET E' 
 
Li Rihayê ji karkerên çandiniyê yên di germahiyeke 50 pileyî de dixebitin yek jê jî Mehmet Melle Xelîl e. Xelîl 5 sal berê ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Kobaniyê tevî malbata xwe berê xwe daye Tirkiyeyê û ji roja ku hatiye Tirkiyeyê di karê înşeat, tekstîl û çanidniyê de xebitiye. Xelîl ku 7 ferdên malbatî wî hene, li herêma Çûkûrovayê li gelek bajaran xebitiye. Xelîl îsal di nav baxçeyên findiqan de dixebite û pereyê ku qezenc dike hienkî dişîne Kobaniyê û bi yê mayî jî debara zarokên xwe dike. 
 
‘EWLEHÎ TUNE YE' 
 
Xelîl anî ziman ku ji ber ji Sûriyeyê ye li Tirkiyeyê ji mecbûrî bêyî ewlehî hebe dixebite, lê belê şert û mercên jiyanê ji bo wan gelekî zehmet in. Xelîl got: "Ji ber li ser erdan dixebitim, kar li kuderê hebe diçim wir. Ji ber ne welatiyê Tirkiyeyê me bi rihetî nikarim biçim deveran. Bi karta ku Îdareya Koçberiyê daye me diçim, lê tim ji mecbûrî xeberê didimq ereqolê an jî Îdareya Koçberiyê. Eger ew destûrê nedin nikarim biçim u cihekî. Ev jî jiyana me zehmetir dike." 
 
Xelîl, bal kişand ser şert û mercên xebata li Rihayê û got: "Germahiyeke ku 50 pile ye heye. Xebata di vê germahiyê de pir zehmet e. Carinan dertêm ser daran û pirî caran ji ketini xelas dibim. Ji ber ku ewlehiyeke min tune ye, dema bikevim ez ê nikaribim nexweşxaneyê jî. Tav li serê gelek karkeran dixe. Di vê qilqila havînê de ji mecbûrî em dixebitin û ev yek jî bi xwe re gelek rîskan tîne. Li Tirkiyeyê tu qîmeta kedê tune ye. Eger tu ji Sûriyeyê bî ev bêqîmetir dibe." 
 
Muslum Akşahînê ku li navçeya Xelefetî ay Rihayê di baxçeyê fisteqan de dixebite diyar kir ku şert û emrcên xebatê ne tu şert in. Akşahîn, anî ziman ku karê wan karekî zehmet e  û di germahiyeke ku dertê 50 pileyî de ew rojê 13 saetan dixebitin û 100 lîreyîd istînin. Akşahîn, anî ziman ku baxçeyê ku ew lê dixebitin hinekî yewmiyeya wê zêde ye lê li baxçeyên din yewmiye bi 60 lîreyî ye. 
 
Akşahîn, anî ziman tenê ew fisteqan berhev nakin, di dema çinînê de ew pêşî bi her darê re bilî dibin û got: "Tu çawa li zarokê xwe dinerî, tu wisa jî li darên fisteqan dinerî." Akşahîn, diyar kir ku ji bo patronan karê fisteqan karekî bi qezenc e, lê ji bo karkeran ne wisa ye. 
 
Akşahîn, diyar kir ku bi hezaran karkerên li nav erdan dixebitin bi yewmiyeyeke kêm tên xebitandin û got: "Di sektora çandiniyê de li her deverê heman polîtîka tune ye. Li hin deveran yewmiye zêde ye. Lê bi piranî yewmiye kêm e. Şensekî karkeran tune ye. ji bo nan bibe mala xwe ji mecbûrî qebûl dikin. Ji ber ku yekîtiyeke karkeran tune ye, di van şertan de dixebitin. Eger bibûnan yek me dê bikaribûna ev şert biguherana. Pêdiviya me bi alîkariya sendîkayan û rêxistinên kedê heye." 
 
MA / Erdogan Alayumat