Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin

img

STENBOL – Çend roj ji cejnê re ma lê bes Bazara Jinan a Fatîhê ji ber krîza aborî vikî vala ye. Esnafan diyar kir ku zem hatiye ser hemû hilberînan û ev yek jî bandorê li ser kirîna hilberînan dike û gotin: “Heke wiha dewam bike, em ê neçar bibin derabeyên xwe bigirin.” 

Krîza dîplomatîk ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de dewam dike û ev yek jî bandora xwe li ser aboriya  Tirkiyeyê dike. Di vê rewşa nebaş a aborî de herî zêde jî bandorek neyînî li ser esnafan dike. Li Bazara Jinan a Fatîhê jî rewş nebaş e û ji ber ku ji dendikan bigire heta goşt tê îthalkirin, esnaf her roj biz emek nû re şiyar dibin. 
 
Hin esnafên nexwestin navê xwe bidin diyar kir ku krîza diqewime ji ber rejîma yek zilamî pêk tê û got: “Dema rejîma yek zilamî destpê bike halê welêt jî dê wiha bibe. Her rojê me bi zemê re derbas dibe. Em bi zemê radikevin û em bi zemê radibin.”
 
‘JIYAN RAWESTIYAYE’ 
 
Ji esnafan Ramazan Bakar anî ziman ku danûstendina wan ji sedî 80’ê wê li ser dolaran pêk tê û bi hatina zemê re jiyana wan hatiye asta sekinandinê. Bakar destnîşan kir ku ji ber esnaf nikarin kar bikin dest bi girtina derabeyên xwe kirin e û got: “Esnaf li ser piya nemîne tu tiştek namîne. Heke ev wisa bidome dê hemû esnaf top biavêjin. Niha kar li vir nîne û jiyan rawestiyaye. Jixwe ev rewş bandorê li ser malbat, cîran, mişterî û her kesî dike.” 
 
’27 SAL E MIN TIŞTEK WIHA NEDÎT’ 
 
Nîhat Ece jî got 27 sal e ew li Bazara Jinan esnafiyê dike û wiha axivî: “Min di jiyana xwe de tiştek wiha nedît. Tu demê ev sûk nemiriye. Lê piştî hilbijartinê ev bazar jî mir. Heke ev bazar wiha niha her deverê Stenbolê têk çûye. Bazarek nedimir lê ew jî mir.” 
 
‘GEL NIKARE DAN Û SITENDINÊ BIKE’ 
 
Ji esnafan Nîzamettîn Eren jî da zanîn ku ji ber esnaf her tiştî biha dikirin û bi erzanî difiroşin ji ber vê yekê esnafan derabeyên xwe girtin e û got: “Her hilberîn hatiye zemkirin. Her kes dizane gel di çi halî de ye. Gel nikare dan û sitendinê bike.” 
 
‘HEMÛ HILBERÎN ZEM BÛNE’ 
 
Îbrahîm Kavruk ê li şarkuteriyê dixebite jî bi bihabûna dolaran re hilberînên li dikanê biha bûne û wiha behsa van bihabûnan kir: “Kajû 60 lîre bû lê niha em bi 90 lîreyî difiroşin. Fistik kîloya wan 40 lîre bû lê em niha bi 60 lîreyî difiroşin. Fistikê xwêkirî me bi 12 lîreyan difirot lê niha bûye 16 lîre. Çerezên tevlîhev me bi 30 lîreyî difirot lê niha kîlo bûye 50 lîre. Du roj berê behîvê datça yê me kîloya wê bi 55 lîreyî difirot niha bûye 70 lîreyî. Hemû hilberîn ji sedî 75 hat zemkirin. Ev yek jî mişteriyên me kêm kir. Kar sekiniye. Di arîfeya cejnê de zem hatin kirin û karê me gelek xerab bûye.”
 
‘EM DI HEMAN KEŞTIYÊ DE BIN WÊ ÇI BIBE’ 
 
Ozcan Vural ê li bazarê dixebite jî gotinên “Em hemû di heman keştiyê de ne” ên Serokomar Erdogan bibîr xist û got: “Em hemû di heman keştiyê de bin, dê çi biguhere. Niha ev keştî ketiye ber bayê qulipînê. Wê yên wek me bifetisin. Yên saxlem dê li cihê xwe bisekinin.” 
 
‘ZEMÊ MALA ME BI SERÊ ME DE XERA KIR’ 
 
Aygul Tuncel a ji bo dan û sitendinê hat bazarê jî got: “Vê zemê mala me bi serê me de xera kiriye. Her tişt biha bûye. Dolabên me vala ne. Va cejn jî tê lê em nikrin tiştekî bikirin.” 
 
MA / Servet Karaduman