Ajotvanên qamyonan: Heqê seferê ji Hezarî daket 500 lîreyî

img

STENBOL - Ajotvanên qamyonan diyar kirin ku ji ber zemkirina rê, pir û mazotê, di seferên ku berê hezar lîre qezenç dikirin niha 500 lîre qezenç dikin. 

Ji ber krîza aborî welatî her roj bi tiştên nû re rû bi rû dimînin. Tevî gelek derdorên civakê ajovanên qamyonan ên li Hala Zebze û fêkiyan a Bayrampaşayêjî nesîbê xwe ji krîza aborî girtin. Ajovanan, diyar kir ku ji ber zemkirina mazotê, rê û piran êdî tu tiştî qezenc nakin. 
 
‘ZEMAN EM QEDANDIN' 
 
Ajovanê qamyonê Sabahattîn Babayîgît, destnîşan kir ku mazot, lastîk, gîşe, pir û keştî hatine zemkirin û got: "Ev zem em qedandin. Êdî em tu pereyî qezenc nakin. Berê di her seferê de hezar lîre ji me re dima, niha 500 lîre ji me re dimşne."Babayîgît, diyar kir ku di çûnhatina otobanan de berê wan 150 lîre dida, niha ew 250 lîreyî didin û berê dema wan mal bar dikir 250 lîre didan embarvan niha 350 lîreyî didin û berê wan 350 lîre dida kesên mal bar dikin, niha ew 500 lîreyî didin û berê heqê lastîkên qamyonê hezar û 500 lîre bûn, niha bûne 2 hezar lîre. 
 
Babayîgît, destnîşan kir ku piştî çûyîna di ser Pira Yavûz Sûltan Suleyman re bû mecbûr, ew zêde zirar dikin û got: "Ji bo em bên Hala Bayrampaşayê çûnhatina me 130 kîlometre dirêjtir bû. Yanî ev tê wateya ku hûn ekstra 150 lîreyî didin mazotê. Her wiha di çûnê de hûn 75 lîreyan didin gîşeyan û di hatinê de jî hûn 90 lîreyî heqê pirê didin." Babayîgît, bilêv kir ku di her seferê de ew bi vî awayî 240 lîreyî ji bêrîka xwe didin û got: "Dema hûn heftê herî kêm du seferan bikin hûn 920 lîreyî dixisirin." 
 
‘DEWLET TIM ZIRARÊ DIDE ME' 
 
Ajovan Umît Çelîk jî got: "Dewleta me ne dewlet e. Tim zirarê dide me. Em diçin nexweşxaneyê 300 lîreyî ji me dixwazin. Em nikarin bidin." 
 
‘CIHEKÎ ME YÊ KU EM LÊ RAZÊN TUNE YE' 
 
Ajovanê qamyonê Şeref Ayguneş jî destnîşan kir ku êdî ew tu pereyî qezenc nakin û got: "Em tên halê. 5 rojan em didin sekinandin. Ne cihekî me yê ku em lê razên heye ne jî pereyên me. Deynên maliyeyê zêde bûn. Êdî em nikarin bidin." Ayguneş, bilêv kir ku dema di deynên bacê de pirsgirêkeke biçûk jî hebe demildest dest datînin ser qamyona wan û got: "Camêr trîlyonan nadin. Lê dema em bandroleke biçûk jî nedin, demildest em asteng dikin." 
 
‘AKP DIŞÊLÎNE' 
 
Ajovanê qamyonê Hîkmet Agolday jî anî ziman ku ji ber zemkirina mazotê êdî nikare deynê xwe bide û got: "Heqê piran zêde biha ye. Trafîk bertîlê distîne. AKP resmen me dişêlîne. 4 zarokên min hene, nizanim ez ê çawa debara wan bikim. Divê ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin." 
 
MA / Servet Karaduman