Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne

img

STENBOL - Li Merterê mexazeyên tomerîfiroş êdî ji ber zêdebûna dowîzan nikarin tu karî bikin. Xwediyên mexazeyan gotin: "Ji sibehê heta êvarî li vira rûdinêm. Bêyî ku heqê mesrefên xwe derxim diçim malê. Pêşeroj nebaş dixuyê, rojên xirab li benda me ne." 

Ji ber pêldariya di kûrên dowîzî de gelek kargeh êdî nikarin kar bikin. Li semta Merter a navçeya gungoren a Stenbolê, mexazeyên tomerîfiroş ji ber pêldariya dowîzan êdî nikarin tu karî bikin. 
 
Xwediyê mexazeya kincan Volkan Tandogan, da zanîn ku eşyayên ew difiroşin gelek jê ên îthal in û ew wan bi dowîzan dikirin. Tandogan, bi bîr xist ku di demeke kurt de dolar du qatan zêde bûye  û 6 lîre derbas kiriye. tandogan got: "Dema em eşyayekî distînin, em ji her rengî 100 an jî 200 hebî dikirin. Û ev teqabulî 600 modelî dike. Dema seriya eşyayekî biqede û piştî mehekê em wî distînin, ev ber bi awayekî otomatîk bi ser 5 lîreyî dikeve û divê di warê TL de jî zêde bibe. Lê belê em eşyayên ji seriya berê bi 125 lîreyî difiroşin, lê em ên seriya nû nikarin bi 250 TL'Yî bifiroşin. Ji heman eşyayî ên etîka 125 lîre li ser û ên etîka 250 lîre li ser hene." 
 
Tandogan, bilêv kir ku piyaseya li Merterê rawestiyaye û got: "Mesela hûn berekî bi 6 lîreyan hildiberînin. Ji ber ku malzemeyên tê de bi dolra tê kirîn, di çêkirina berekî din din ev dibe 7-8 lîre û ev yek mirovan nerihet dike." 
 
‘BÊYÎ KU MESREFÊN XWE DERXIM DIÇIM MALÊ' 
 
Xwediyê mexazeya kincan Yûsûf Çîftçî jî, diyar kir ku ji derziyê heta ta her tişt zem xwariye û got: "Maliyet zêde bû û ji ber vê mişterî tiştekî jî nakirin. Ez jî bim ez ê nekirim." Çîftçî, bilêv kir ku ne mimkun e ku krîzê tesîrê li mirovan neke û got: "Em dibînin. Ne mimkun e ku mirov tesîrê jê negire. Ji sibehê heta êvarî li vira rûdinêm. Bêyî ku heqê mesrefên xwe derxim diçim malê. Pêşeroj nebaş dixuyê, rojên xirab li benda me ne." 
 
Xebatkarê mexazeyê Gokhan Kasap jî, diyar kir ku ji ber bêqîmetbûyîna TL piyaseya navxweyî jî rawestiyaye û eger di serdema nû de jî tişt neyên firotin dê rewşa wan xirabtir bibe. Kasap, anî ziman ku êdî derdê esnafan ne qezenc e û got: "Herkes hewl dide ku çetrxa xwe bizîvirîne." Kasap, destnîşan kir ku bi vî awayî gel hînî krîzê tê kirin û got: "Li vî welatî eger dolar ji 5 lîreyan bibe 6 lîre, careke din danekeve 5 lîreyan. Di heman astê de dimîne. Me hînî hejmarên ku ew dixwazin dikin. Jixwe em jî wekî pez in. Em îtirazî vê yekê nakin!" 
 
‘EGER STOK BIQEDIN DÊ FIYET BIHA BIBE' 
 
Xebatkarê mexazeyê Erkan Morîç jî, diyar kir ku krîz tenê tesîrê li Tirkiyeyê nake li piyaseyên rûsya, Ûkrayna û Îranê jî dike û ev yek jî firtoinê kêm dike. Morîç, bilêv kir ku ji ber di dest wan de berên stokê hene heta niha zêdebûna dolar pir tesîr li wan nekiriye, lê belê eger stoka di dest wan de biqede, dê fiyet biha bibin.