Esnafên Wanê: Hemû pereyên welat li tanq û topan xerc kirin

img

WAN - Esnafên li Wanê krîza aborî nirxandin û gotin: "Çi qas çavkaniyên welat hebûn hemû ji bo tanq û topan xerckirin û şandin Efrînê. Sedema sereke ya krîza aborî ev şer e." 

Esnafên li Wanê krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin. Esnafan destnîşan kir ku polîtîkayên der barê Efrînê sedema sereke ya vê krîzê ye.  Esnaf Feysel Atli, diyar kir ku 20 sal in ew esnaf e, lê bi qasî îsal wî tiştekî wisa nedîtiye. Atli, bilêv kir ku ji ber zêdebûna Dolar û Eûro krîz rû daye. Atli, anî ziman ku 2-3 sal in krîz heye, lê belê mirovan îsal krîz hîs kiriye û got: "Em tiştên xwe bi Dolar dikirin. Qumaşê ku me berê bi 10 lîreyan dikirî, niha em bi 20 lîreyî dikirin. Gel perîşan bûye, nikare tiştekî bikire. Êdî wek berê kes tiştan nakire. Me jî alvêra xwe ya ji tomerîfiroşan da sekinandin. Em li bendê ne ku rewş baş bibe. Em mexdûr in, kesên dikirin jî mexdûr dibin." 
 
‘ŞERÊ LI HERÊMÊ BANDORÊ LI ME DIKE' 
 
Nazmî Yalçinê ku bi veguhêzbariyê debara xwe dike, anî ziman ku 30 sal in ew vî karî dike, lê wî tu carî tiştekî wekî ya niha nedîtiye. Yalçin, bilêv kir ku her tişt zem xwariye, lê belê meaşê karkeran jî wekî berê ye. Yalçin, destnîşan kir ku sedema zemê ji ber kesên welat bi rê ve dibin bi xwe ye û got: "Şerê li herêmê tesîrê li me dike. Lîtreya mazotê bûye 6 lîre. Sedema vê Erdogan e. 5 sal berê yewmiyeya me 150 lîre bû, lê niha daketiye 50 lîreyî. Kîloya salçeyê bûye 10 lîre, lê yewmiyeya karker jî 50 lîre ye. Em ê çawa debara xwe bikin." 
 
'HINDIK MAYE EM FIRINÊN XWE BIGIRIN' 
 
Esnaf Mûsa Ulfer jî, diyar kir ku li her derê welat krîza aborî heye û got: "Hikûmet dibêje 'em ê nan zem nekin.' Çima? Çimkî dema zem bikin dê mirov bêjin 'çima te zem kir?' Lê ji bilî nan her tişt tê zemkirin. Kîsê arvan bi 70 lîreyî bû, lê niha bûye 120 lîre. Me rûn bi 50 lîreyî dikirî, niha bûye 110-130 lîre. Em rojane îdareya xwe dikin. Eger wisa dewam bike, em ê firinên xwe bigirin." 
 
'ÇI QAS PEREYÊ DEWLETÊ HEBÛ HEMÛ JI BO ŞERÊ EFRÎNÊ HAT XERCKIRIN' 
 
Ulfer got: "Zavê xwe daniye ser aboriyê, lê tu tiştî ji aboriyê fêm nake. Her wiha çi qas pereyê dewletê hebû hem ji bo tanq û topan hat xerckirin û şandin Efrînê. Dan OSO'yê û yên din. Meaş didin endamên OSO'yê. Niha Dolar 6 lîre ye, ev hemû ji qaseya dewletê derdikevin. Hingî per ji bo tanq û topan xerc kirin, êdî qase vala bû tiştek nema."