Esnafên Amedê: Fiyet du qat zêde bûn

img
AMED – Esnafên li Amedê diyar kirin ku kîloya çayê ji 35 lîreyan bûye 70 lîre, 5 kîlo ava firingiya ji 20 lîreyî bûye 50 lîre, dermanê cilan jî ji 35 lîreyan bûye 55 lîre. Esnafan got, welatî niakriun lazmatiyên xwe bikirin. 
 
Esnafên li Amedê bal kişandin ser krîza aborî û destnîşan kirin ku fiyet ji sedî sed biha bûne. Esnaf Mehmet Pîşkîrek, bilêv kir ku li halê kîloya firingiyan 4 lîre û got: "Ji ber terezê bacanên reş hemû şewitîn. hefteya borî li halê kîloya firingiyan 2 lîre bû, lê niha bûye 4 lîre. Îsal petêx kêm bûn. Ji ber vê fiyet jî biha ne." 
 
Pîşkîrek, anî ziman ku wan tu carî nedîtiye ku fiyet evqasî biha bûne û got: "Di dîrokê de ev cara ewil e. Hûn dikarin ji hemû esnafan bipirsin. Sala çûyîn van çaxan kîloya firingiyan lîre an jî lîre û nîv bû. Em nikarin vê firingiyê bi du lîreyan bikirin. Firingiyên ji Anamûrê tên bi çar lîre û nîvan e û li vira bi 5 lîreyan tê firotin. Ev yek heqê hemaltiya wê, mesrefên wê dernaxeîne." 
 
‘FIYETAN ZÊDE BIKIN' 
 
Esnaf Cemil Biçer, destnişan kir ku bi zêdebûna dolar fiyet hemû guherîne û got: "Temam em bêjin ji ber vê fiyetên amûrên elektronîk biha bûn, lê çi eleqeya vê bi zebze û fêkiyan heye." 
 
‘PÊLÎSTOKÊN ME JÎ JI ÇÎNÊ TÊN' 
 
Esnaf Mehmet Dûman jî anî ziman ku ka jî tê îthalkirin û got: "Heta pêlîstokên me jî ji Çînê tên. Kinc û pêlavên me ji Çînê tên." 
 
‘ARVAN JI 100 LÎREYÎ BÛ 145 LÎRE' 
 
Tayfûn Yilmaz, diyar kir ku genimê xwecihî têra welat nake, ji ber vê tê îthalkirin û got: "Arvan ji sedî 35-40 hat zemkirin. Kîsê arvan ji 100 lîreyî bû 145 lîre." 
 
Yilmaz, bilêv kir ku arvan ji Lîmana Taşûcû ya Mêrsînê tê û ji wir dişînin Konya, Dîlok û Amedê. Yilmaz, anî ziman ku ji ber arvanê xwecihî têr nake ji Kanada, Rûsya û Ûkrayna tê îthalkirin. Yilmaz, destnîşan kir ku cotkar baş nayên destekkirin û loma cotkar koçî rojavayê welat dikin. 
 
Adem Bîlîcî jî, diyar kir ku piraniya beran ji sedî sed hatine zemkirin û mişterî nikarin tiştekî bikirin. Bîlîcî got: "Kîloya çayê ji 35 lîreyan bûye 70 lîre, 5 kîlo ava firingiya ji 20 lîreyî bûye 50 lîre, dermanê cilan jî ji 35 lîreyan bûye 55 lîre. Ji bo mişterî bikirin em bi 50 lîreyî didin."