Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin

img

STENBOL - Karkerên ku ji ber heqedesta wan nayê dayîn 16 roj in li ber înşeata lê dixebitîn dest bi çalakiyê kirine gotin: "Ne 16 roj, 16 sal be jî heta em heqê xwe nestînin em ê neçin." 

15 karkerên ku li Bostanciyê di îneşata ji aliyê Înşaata Koma Koroglû û Înşeata Rîsîngê ve tê çêkirin xebitîn, ji ber heqdesta wan anyê dayîn 16 roj in li ber îneşatê çalakiya rûniştinê li dar dxin. Karkeran kar da sekinandin û dest bi çalakiyê kirin û gotin heta ku ew heqê xwe nestînin dê çalakiya wan dewam bike. 
 
‘BERAMBERIYA SENEDÊN WAN TUNE YE' 
 
Raîf Yilmaz (38) anî ziman ku 20 sal in ew li ser înşeatan dixebite û 11 meh in jî li Koroglû Îneşatê dest bi kar kiriye. Yilmaz, bilêv kir ku tevî 14 hevalên xwe wan temelê avahiyê çêkiriye û got: "Patron sened da û got dema wexta wê hat hûn ê bistînin. Lê belê tu beramberiya senedan tune bû. Gotin em ê di nav hefteyekê de hal bikin. Lê deng ji wan dernekt. Dîsa me xwest em bi wan re xeber bidin. Lê dibêjin li derveyî welat e. Me dixapîne, eware dike. 16 roj in em li ber xwe didin. Em xebitîn, keda me ye. Heta em heqê keda xwe nestînin em ê ji vir neçin." 
  
‘3 MEH IN NIKARIM HEQÊ KIRÊ BIDIM' 
 
Yilmaz, anî ziman ku divê bi giştî 120 hezar lîre pere bidin wan û ji vî pereyî 10 hezar ê wî ye. Yilmaz, bilêv kir ku ji ber heqê wan nayê dayîn 3 meh in nikare heqê kirêya xwe bide û got: "Malbata me qelebalix e. Tenê ez dixebitim. 15 roj in nikarim heqê fatûreya xwe bidim. Krîza aborî heye. Tiştek bi dewlemendan nayê, bi me tê. Heta em heqê xwe nestînin em ê li ber xwe bidin." 
 
Karker Tûncay Toran (32) jî anî ziman ku bi mehan her roj saet ji 8'ê sibehê heta 9'ê êvarî xebitiye û got: "Em bi rojî jî bûn me her tiştê wê çêkir. Sîgorteya me di asta meaşê kêmtirîn de jî nerazandine. Tim li ser pergalê em ji kar derxistine û xistine kar, bi vî awayî razandine. Me dixapînin dibêjin 'Piştî akr qediya em ê heqê we bidin we.' Gelek caran em bi wan re axivîn, lê tiştek jê derneket. Ji ber em tên vira em nikarin li cihekî din jî bixebitin. Em nikarin heqê kirêya xwe, heqê fatûreyên xwe bidin. Hevalê me yê karê fayansan ê avahiyê kir, ji ber heqê rêya wî tune ye nikare bê vira jî. Xwediyê malê amûrên hevalên me avêtind erve. Kî biçe jî ez ji vira naçim. Ancax cenazeyê min dikarin ji vira rakin." 
 
‘MIN GUHARÊ HEVJÎNA XWE FIROT' 
 
Mehmet Tecîma (33) jî diyar kir ku ji bo di înşeata avahiyê de bixebitin wî ji welat gazî hevalên xwe kiriye û got: "Pereyên hevalên me jî nedan. Min guharê hevjîna xwe firot û heqê wan kesên min gazî wan kir da. Wekî hincet krîzê didin der. Krîz tenê ji bo karkerên înşeatê heye. Ji bo xwarinê tiştek bi destê me nakeve, lê patron diçe li Kibrisê balaya xwe dike. 8 hezar û 750 lîreyê min li cem wî ye. Ji ber perê me nade rewşa me xirab e. Ne 16 roj, 16 sal be jî heta em heqê xwe nestînin em ê neçin." 
 
MA / Melîke Ceyhan