DÎSK-AR: 6 milyon kes bêkar in

img
STENBOL – Li gorî daneyên TUÎK'ê yê tîrmeha 2018'an hêjmara kesên bêkar 3 milyon û 531 hezar in. Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê jî hêjmara kesên bêkar 6 milyon û 300 hezar in. 
 
Li gorî daneyên Lijneya Îstatistikan a Tirk (TUÎK) ya tîrmeha 2018'an hêjmara kesên bêkar 3 milyon û 531 hezar in. Li gorî daneyên Daîreya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK-AR) jî hêjmara kesên bêkar 6 milyon û 300 hezar in. DÎSK-AR'ê rapor parve kir û anî ziman ku hêjmara rast a betaliyê 6 milyon 300 hezar kes betal in. DÎSK-AR'ê diyar kir ku di salek dawî de hêjmara kesên betal 558 hezar zêde bûye û di mehek dawî de jî 381 hezar kes zêde bûye. DÎSK-AR'ê da zanîn ku hêjmara kesên bi sîgorta jî 270 hezar kes kêm bûne û 140 hezar kesan jî ji bo sîgorta betaliyê serî li saziyan daye.