ÎŞKÛR e yan şaxeke AKP'ê ye, ne diyar e

img

RIHA - Şaxa ÎŞKÛR'ê ya Wêranşarê, ji bo AKP'a navçeyê dixebite. Di pişkavêtinê de hîle tên kirin û her wiha ên li ser sindoqan jî xwarzîk û birazîkên parlementerên AKP'î ne. Piştî qeyûm hat tayînkirin, karkerên demsalî ên bi "pişavêtinê" tên diyarkirin, 2 sal in qet neguherîne. 

Şaxa Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) a Wêranşara Rihayê, ji bo AKP'a navçeyê dixebite. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşarê hat kirin, karkerên demsalî ên bi "pişkavêtinê" tên diyarkirin 2 sal in qet neguherîne. Karkerên 2 sal in hatine girtin û di şaredariyê de dixebitin hema bêje hemû xizmên endam û rêveberên AKP'î ne. Her wiha ê li ser sindiqoên ÎŞKÛR'ê disekine jî biraziyê Parlementerê AKP'î yê berê Mehmet Akyurek, Kadîr Akyurek e. 
 
2 SAL IN HEMAN KES IN 
 
2 sal in zêdetirî 300 kes ji bo karên park, baxçe û peyzajê yên şaredariyê hatine girtin, lê belê heta niha qet nehatine guherandin. Ev karkerên ku li şûna yên qeyûm ew ji kar derxistin tên girtin, bi "pişkavêtinê" tên diyarkirin. Lê belê her çend bê diyarkirin ku bi pişkavêtinê tên diyarkirin jî, lê ev kes qet neguherîne û 2 sal in heman kes in. Di 29'ê Hezîranê de dîs apişk hat avêtin, lê dîsa jî heman kes hatin girtin. 320 kes hatin girtin, lê belê ji evan kesan 180 jê 2 sal in di şaredariyê de dixebitin. 
 
ÊN LI SER SINDOQAN JÎ AKP'Î NE 
 
Di dema pişkavêtinê de biraziyê parlementerê AKP'î yê berê Mehmet Akyurek, Kadîr Akyurek li ser sindoqê ye. Hat hînbûn ku AKyurek li şaxa ÎŞKÛR'ê di beşa ewlehiyê de dixebite û li ser navê AKP'a navçeyê tev digere. Di hilbijartina 29'ê Hezîranê de diviya ku midûrê şaxa ÎŞKÛR'ê li ser sindoqê bûna, lê belê ji dêvla wî Akyurek li ser sindoqê bû. 
 
ÊN JI BO KAR TÊN GIRTIN AKP'Î NE 
 
Hat hînbûn ku kesên di pişkavêtina dawî de hatin girtin, hemû xizmên endam û rêveberên AKP'î ne. Peywirdarekî li ÎŞKÛR'ê dixebite, lê belê nexwest navê wî bê diyarkirin anî ziman ku bi salan e ÎŞKÛR veguheriye baxçeyê rêveberên AKP'î û hemû karê xwe lê hel dikin. Peywirdar, destnîşan kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin şaxa ÎŞKÛR'ê ketiye destê endamên AKP'î û di hemû xebatan de ji aliyê rêveberên AKP'î ve tê kontrolkirin. 
 
‘PIŞKAVÊTIN FORMALÎTE YE' 
 
Peywirdar, bilêv kir ku pişkavêtin formalîte ye û jixwe beriya pişk bê avêtin kesên dê bên girtin berê tên diyarkirin. Peywirdar, anî ziman ku dema zêde kes serî li ÎŞKÛR'ê tê dayîn, ev kes navê alîgirên xwe datînin ser sindoqê û hemû navên ji sindoqê tên derxistin berê hatine diyarkirin. 
 
MIDÛR HEVDÎTIN QEBÛL NEKIR 
 
Bi rêya telefonê em li midûriyeta Şaxa ÎŞKÛR a Wêranşarê geriyan, lê hat gotin ku der barê evan îdiayan de tu agahiyên wan tune ne. Her wiha dema me xwest em bi midûrê şaxa ÎŞKÛR'ê re hevdîtin çêbikin, hat gotin ku "midûr beg ne li vira ye" û kesê bersiva telefona me da got: "Nikarim bêjim ev îdia derew an jî rast in. Der barê mijarê de tiştekî nizanim."