DÎSK: Berpirsê krîzê îktîdar û patron in

img
STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û diyar kir ku sedema krîzê îktidara ku hilberîn û çavkaniya heyi li şûna têxe xizmeta gel û aştiyê, di şer û berjewendiyên hevkarê xwe de xerç dike ye. Çerkezoglu, ji hekûmetê xwest ku ne ji sedî 99, ji sedî 1 berpirsiyarê krîzê bên dîtin û vî deynî bidin. 
 
Nûnerên sendîka û odeyên DÎSK,  KESK, TMMOB û TTB'ê, bi sernavê "Em bedela krîzê nadin" deklarasyonê li Navenda Giştî ya DİSK'ê ya Beşîktaşê bi raya giştî re parve kir. Li salonê pankarta “Li diji krîzê, ji bo mafê biparezin mil bidin milan" vekirin û dowîzên “Dûrxistina ji kar bila bê qedexekirin", “Bila edaleta bacê bê parastin", “Bila heqê karkeran bi lez bidin" û “Bila ceyran, xaza xwezayî û av zem nebe" daliqandin. 
 
‘KRÎZ FATUREYÊN KU HER MEH ZÊDE DIBIN E'
 
Li ser navê ode û sendîkayan Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu daxuyanî da. Çerkezoglu, anî ziman ku ew bi krîza aborî ya ku bandorê li ser enflasyon, betalî, xizanî, bekarî û hemû kadên jiyanê dike re rû bi rû mane. 
Çerkezoglu, da zanîn ku kesên herî rayedar ji gotina ‘kriz’ê direvin û wiha axivî: "Hûn birevin jî nerevin jî ji bo me krîz di dikanên ku her roj îflas dikin û tên girtin de xuya dibe. Zema ku her roj li marketan tê kirin e. Fatûreyên, xaza xwezayî, av, ceyran û lêçûna malê ye. Deynên ku dayên dayîn in. Heciza tê ser malan e. Betalî û cînayetên kar in. Ev hemû Bernameya Nû ya Aboriyê ya serdema 2019-2021'an gotina ‘kriz tune" pûç dike. 
 
‘DIXWAZIN FATÛRA KRÎZÊ BI 81 MÎLYON MIROV BIDIN DAYÎN'
 
Çerkezoglu, destnîşan kir ku meseleya bingehîn vê fatûra krîzê bi kê didin dayîn û wiha lê zêde kir: "Derdorên îktidarê wekî heta niha di hemu krîzan de fatûra krîzan li ser pişta gel dane dayîn û niha jî dixwazin vê fatûreyê bi gel bidin razandin û li ser pişta karker û kedkaran razînin. Ji 3 paran 2 par delnê sektorên taybet e. Bi giştî 467 milyar dolar deynê derve heye. Dixwazin vî deynê giran li ser pişta 81 milyon mirovan bidin. Dixwazin vî deynê kêmaran li ser pişta ji sedî pişta 99’an bidin dayîn. Deynê heyî aydî ji sedî 1'ê nifûsa Tirkiye yê. Lê vî deynî li ser pişta ji sedî 99'ê nifûsa Tirkiye dikin bar. Çavê xwe berdane fonê betaliyê. Bankayan bi fonê betalan têr dikin. Çav berdane tazmînata kidemê. Ewlehiya kar bi temamî ji holê hatiye rakirin. 
 
DIVÊ FATOREYAN LI PATRONAN BIBIRIN
 
Çerkezoglu, helwesta medya serdest jî rexne kir û da zanîn ku krîza heyî ji nedîtinê tê û wiha bi dawî kir: "Patronên ku kesî nakin şirîkê hatina xwe, niha ji sedî 99’ê nifûsê dikin şirîkê deynê xwe. Ev deynê patronan e. Divê patron vî deynê xwe bidin. Divê hem petron û hem îktîdar vî deynî bide. Polîtikayên neoliberal Tirkiye anîne ser sînorê hilweşînê. Kê Tirkiye aniye vî halî divê ew vê fatoreyê bidin. Berpirsê vê krîzê hikûmet û îktîdar bi xweye. Sedema krîzê îktidara ku hilberîn û çavkaniya heyi li şûna têxe xizmeta gel û aştiyê, di şer û berjewendiyên hevkarê xwe de xerç dike ye. Divê ne ji sedî 99’ê nifûsa Tirkiye, ji sedî 1'ê nifûsa Tirkiye ku ji patronan pêk tê vî deynî bidin."  
 
Çerkezoglu, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand û dawî li daxuyaniyê anî.