SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke

img

ENQERE – Serokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku Pêşnûmeya Qanûna Torbe ya Tenduristiyê ya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê kir dê tundiyê asteng neke û got: “Me carek din dît ku AKP li şûna tundiya di  tenduristiyê de asteng bike, tenê qîma xwe bi girtin û cezakirinan tîne.”

 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Ximeta Civakî û Tenduristiyê (SES), derbarê Pêşnûmeya Qanûna Torbe ya Tenduristiya AKP’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara di civînê de axivî û wiha got: “AKP li şûna tundiya di tenduristiyê de asteng bike, tenê qîma xwe bi girtin û cezakirinan tîne.”
 
Kara, derbarê Pêşnûmeya Qanûna Torbey a Tenduristiyê ya parlamenterên AKP’ê di 30’ê Cotmehê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir de, ev tişt gotin: “Bi Qanûna Tundiya di Tenduristiyê de dixwazin raya giştî bixapînin. Ev pêşnûme dê tundiya di tenduristiyê de asteng nek. Bêyî ku pêşniyar û nêrînên rêxistinên bi qada tenduristiyê re eleqedar dibin bigirin, tenê li gorî pêdiviyên sektorên taybet ên di tenduristiyê de ev pêşnû me amade kirin.”
 
Kara da zanîn ku ne pêkane ku ew vê qanûnê qebûl bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi rêxistinên pîşeyî û kedkarên tenduristiyê re, ji bo ku ev qanûn neyê erêkirin, emê rastiyan vebêjin, çalakiyan bi rêxistin bikin û emê bi biryardarî têkoşîna xwe bi rêve bibin.”