Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan

img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê, bi hinceta "ji bo îstikrara fiyetan" îxracata ard hat rawestandin û ji ber vê jî li aşên ard fiyetê ard nêvî nêvî daket. Hilberîneran anî ziman ku ji ber vê cotkar jî dixisrin û ji ber nebûna pereyê pêşin ketine tora bankeyan. 

  Ji ber krîza aborî Wezareta Bazirganiyê daxuyand ku "ji bo îstikrarê, parastina mezaxêran û rêgirtina li ber spekulasyonan" îxracat hatiye sînrodarkirin. Ji ber vê yekê hilberînerên arvan hindik mane top bavêjin. Ji ber vê pêkanînê 53 fabrîkayên arvan ên li Mêrdînê kapasîteya xwe nêvî nêvî kêm kirin. Hilberînerên ku ji bo îthalatê bikin serê li krediyê dan, ji ber rêjeya faîzê ji sedî 30 ye nikarin hilberandinê bikin. 
 
LI GOR PAR 12 TON KÊM BÛ
 
Midûrê Giştî yê Fabrîkaya Arvan a Mîhrîbanê Ahmet Akkoyûn, diyar kir ku wan di 2017'an de 38 hezar ton arvan îxracat kiriye lê belê îsal heta niha wan 20 hezar ton îxracat kiriye. Akkoyûn, bilêv kir ku îxracat kêm bûye û ji ber van pêkanînan zehmetir bûye. Akkoyûn got: "Madeya xam pir biha ye. Ji ber vê maliyeta hilberandinê jî zêde dibe." 
 
Akkoyûn, destnîşan kir ku ji ber vê tevî pîşesazan cotkar jî dixisirin. Akkoyûn, bal kişand ser bihabûna fiyetên genim û got: "Bihabûna fiyetan hikûmetê qilqiland. Ji bo rê li ber vê bê girtin, bikaranîna genimê îthal li me hat ferzkirin. Ji ber vê hem pîşesaz hem jî cotkar mexdûr dibin. Bi genimê îthal em adapteyî vê pergalnê nebûn. Em pir tengijîn û ev bû sedema kêmbûna hilberandinê." 
 
‘EM KETIN TORA BANKEYAN' 
 
Akkoyûn, diyar kir ku lêçûn û faîz tesîreke neyînî li wan kiriye û got: "Ji bo em genim îthal bikirin divê em temînatê ji bankeyan bistînin. Berê ji bo genimê xwecihî me kredî ji bankeyan dikişand. Me genim dikirî, me perê hilberîneran dida. Me karê xwe bi hêsanî dikir û me îxracata xwe jî dikir. Lê niha ji bo em genim îthal bikirin divê em krediyeke zêde bikişînin. Em genim ancax bi dowîzan dikirin. Û faîza krediyan jî bûye ji sedî 30. Ev yek me ditengijîne. Berê bi qasî 5 milyonan em dibûn deyndarên bankeyan, lê niha ev diçe 8 milyonan. Ji ber vê tu bikî nekî em dikevin tora bankeyan." 
 
MA/ Ahmet Kanbal