Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike

img

WAN - Necmettîn Elîk ku havînan ji darên biyan selikan çêdike, bi vî karî debara malbata xwe dike. 

Li Wanê Necmettîn Elîk, havînan li ber devê robar û çeman şaxên ter ên darên biyan jê dike û pê selikan çêdike. Elîk, bi van selikan debara malbata xwe dike. 
 
Bi taybetî di Tebaxê de wexta darên biyan tam çêdibin şaxên wan tên jêkirin. Li navçeya Elbakê ya Wanê Necmettîn Elîk, bi şaxên darên biyan ên havînan wan berhev dike li malê selikan çmdike û wan difiroşe. Selikên tên çêkirin, bi taybetî ji bo zebze û fêkiyên dema ji nav baxçe tên jêkirin dihatin bikaranîn. Lê belê niha bi piranî ji bo xeml û xişrê tên bikaranîn. Elîkê ku bi eslê xwe ji Bedlîsê ye lê li Wanê dijî diyar kir ku ew ji bav û kalên xwe hînî çêkirina selikan bûye. Elîk, diyar kir ku ew û 3 birayên xwe bi hev re vî karî dikin û got: "Em her sal di Tebaxê de dest bi çêkirinê dikin. Salê tenê em çend mehan çêdikin. Me pîşeya bav û kalên xwe heta roja îro anî. Em 7 xwişk û bira ne, lê tenê em 3 bira vî karî dikin." 
 
'DIVÊ ŞAX TER BIN' 
 
Elîk, diyar kir ku ew selikan ji darên biyê çêdike. Elîk anî ziman ku ew şaxên darên biyan ên li qeraxên robar û çeman jê dikin û got: "Em şaxan jê dikin. Yeko yeko wan dineqînin. Em şaxên wan ên biçûk jê dikin û davêjin. Em şaxên ter jê dikin. Piştî wan paqij dikim li bin selikê bi cih dikim. Piştî em binê wê çêdikin, şaxan di nav hev radikim û selikê dineqşînim." 
 
HEBA SELIKEKÊ BI 35 LÎREYA YE 
 
Elîk, diyar kir ku piştî şax tên paqijkirin ew selikekê di du saetan de çêdike. Elîk, bilêv kir ku gelek kes daxwaza evan selikan dikin. Elîk, diyar kir ku ew her roj dixebite û got: "Heba selikan bi 30-35 lîreyan difiroşim. Ev pere ne heqê keda me ye. Tu tesîreke kanserojenî ya evan selikan tune ye. Divê barê selikan neyê girankirin. Eger neyê girankirin selikek heta 10 salan jî li ber xwe dide." 
 
 
MA / Mujdat Can