Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin

img

RIHA - Esnafên Bazara Genim a Wêranşarê ku bazara herî mezin a genim a herêmê ye, hindik mane top bavêjin. Esnafên bazarê gotin li gor sala par karê wan ji sedî 80 kêm bûye û ger krîza aborî neyê çareserkirin ew ê top bavêjin. 

Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî kûrtir dibe. Ji ber krîza aborî fîrmayên mezin yeko yeko îflasa xwe taloq dikin, lê belê esnafên biçûk jî top davêjin. Ji ber krîza aborî esnafên Bazara Genim a Wêranşarê ku bazara herî mezin a genim a herêmê ye, bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin. Li bazarê 180 esnaf hene, lê îsal tu kar nekirine. 
 
‘EM SPIYAN DIKUJIN' 
 
Esnaf Haci Keskîn, diyar kir ku debra îsal nebaş bûye. Keskîn, anî ziman ku tevî gubre û mazotê, fiyetên derman û tovan ji sedî sed biha bûne, lê belê tevî vê mesrefên wan zêde û karê wan kêm bûye. Keskîn got: "Sala par evan çaxan li bazarê te ax bavêtana li erdê nediket, lê belê niha ji ber nebûna kar ew spiyan dikujin." 
 
‘HER ROJ BI HÊVÎ EM DIKANÊ VEDIKIN' 
 
Keskîn, anî ziman ku gelek esnafên bazarê dikanê xwe jî venakin û got: "Berê çi dibû bila bibûna çayxane û aşxaneyên li bazarê nedigirtin, lê îsal heftê 3-4 rojan digirin. Tenê ne ew, ji 180 esnafên li bazarê herî zêde 50 esnaf vekirîne. Çimkî kar tune ye. Wexta kar tune be û dikan vekirîbe mesref zêdetir dibin. Loma gelek jê dikanên xwe venakin. Ên vedikin jî bi hêviya wê kar bibe vedikin." 
 
KAR JI SEDÎ 80 KÊM BÛ 
 
Keskîn, diyar kir ku li gor par îsal li bazarê ji sedî 80 kar kêm bûye û got: "Mal heye, lê pere tune ye. Di bazirganiyê de bawerî pir muhîm e, lê bi krîzê re bawerî jî nema. Berê esnafên bazarê mal difirotin hevdu û mehek an jî du meh şûnde pereyê hevdu didan. Lê niha ev yek tune ye, çimkî mirov bawer nabin. Kî çi bifiroşe bi pêşin difiroşe. Wexta bi mirovan re pere nemîne, kes nikare bikire. Ev yek dibe sedema topavêtinê. Krîzek mezin heye û loma bazriganî sekiniye." 
 
Keskîn, diyar kir ku ew her sal li bazarê garis, pembû, genim difiroşin û wan sala par tona genim bi 900 an jî 950 lîreyî difirot, lê îsal fiyet biha bûne û bûye 1500-2000 lîre. Keskîn, anî ziman ku ev yek bandoreke neyînî li mişteriyan dike û got: "Em esnaf nizanin wê çi bikin. Genim di dest hilberîneran de heta tê bazarê fiyetê wê du qat biha dibe." Keskîn, destnîşan kir ku li piyaseyê kesyparêz krîzê dikin behane û got: "Welatî ji bo berên xwe bifiroşin dikan bi dikan digerin, lê ji ber pere tune ye an sened an jî çek tên dayîn. Lê simsarên ku keysparêziyê dikin hewl didin pir bi fiyetekî pir erzan bikirin." 
 
‘HETA AŞTÎ ÇÊNEBE WÊ KRÎZ HEL NEBE' 
 
Keskîn sedemên krîzê rêz kirin û got: "Krîz tenê ne ji ber xirabûna têkiliyên bi cînaran re ye. Dibe tesîrê vê jî hebe, lê sedem tenê ne ev e. Li vî welatî 40 sal in şer heye. Heta ev şer hebe dê ev welat ji krîzê xilas nebe. Eger dixwazin rewşa welat baş bibe, divê pirsgirêka demokrasiyê bê çareserkirin. Li vî welatî hesab û kutabê pereyê ku ji bo şer tê xerckirin tune ye. Eger dixwazin krîz bê helkirin divê pêşî aştî çêbibe. An jê dê gelek krîz rû bidin." 
 
MA / Erdogan Alayumat