Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin

img
AGIRÎ -  Esnafên li Agirî ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin. Esnafan diyar kir ku êdî nikarin çayekê jî vexwin û ji bo başkirina rewşa aboriyê îktîdr dereng maye. 
 
Krîza aborî ya li welat tesîreke neyînî li esnafan dike û ji ber vê esnaf hindik mane top bavêjin. Li Agiriyê hema bêje ji ber krîza aborî her roj esnafek dikana xwe digire. 
 
Cemîl Kîtnûr ku ji sala 1983'yan ve li Agiriyê bazirganiyê dike, diyar kir ku heta niha wan krîzeke bi vî rengî nedîtiye. Kîtnûr, destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê esnaf bandorê ji vê krîzê digirin û got: "Karê înşeatê dikim. Malzemeyên înşeatê difiroşim. Rewşa sektorê qet nebaş e. Wexteke berê min û hevalekî xwe îhaleyek girt. Wê çaxê hesin erzan bû, lê piştî me îhale girt malzeme biha bûn û me herduyan jî top avêt. Çimkî em malzemeyan bi dolaran dikirin. Malzemeyeke ku berê me bi 10 lîreyan dikirî niha bûye 20 lîre. Çîmento, bizmar, sac û malzemeyên din hema bêje ji sedî sed biha bûne. Kîloya bizmaran berê 3 lîre bû niha bûye 7 lîre." 
 
‘KÎLOYA QEHWEYÊ BÛYE 105 LÎRE' 
 
Dogan Efe ku kafeya wî heye, destnîşan kir ku ev rewş tesîreke neyînî li wan kiriye û got: "Heta niha me hewl da em fiyetên xwe biha nekin, lê ji ber krîza aborî bihabûna fiyetan em mecbûr man fiyetan biha bikin. Kîloya qehweyê 55 lîre bû niha bûye 105 lîre. Di 7 mehan de fiyet pir biha bûn. Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin. Yanî evqasî feqî bûne. Niha hewl didin rewşa aboriyê baş bikin, lê belê dereng man." 
 
‘ÊDÎ EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN' 
 
Hakan Dogrûer ku konfeksiyona wî heye jî destnîşan kir ku fiyet ji sedî sed biha bûne. Dogrûer got: "Par fiyetê min bi 300 lîre yî bû, niha bûye 500 lîre. Ji ber vê mirov nikarin bikirin. Berê me ber dixistin depoyê, lê niha em nikarin. Êdî em nikarin mal bikirin. Berê me bi tomerî dikirî, niha em pakêt bi pakêt dikirin. Par cîroya min a rojane hezar lîre bû, niha 200 lîre ye. Her ku cîroya min kêm dibe, mesrefên min jî zêde dibin. Êdî em nikarin ji nav derkevin. Her diçe rewş xirabatir dibe."