'Girtiyan li girtîgehan wekî kole dixebitînin'

img
ÎZMÎR - Yurdên kar ên li Girtîgehan karkerên girtî didin xebitandin, ji ber karkerên girtî bi kedek pir erzan didin xebitandin eleqeya sektorên taybet dikişîne. Kargerên girtî rojê 6 -13 lîra heq distînin. Parlamenterê CHP'ê Atîlla Sertel, diyar kir ku li girtîgehê girtiyan bi zorê didin xebitandin û mecbûrî 3 quriş kirine. 
 
Li girtîgehên Tirkiye hem girtî rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên û hem jî wekî koleyan tên xebitandin. Her roj girtî rastî îşkenceyê tên û hemû mafê wan ê hiqûqî û zagonî ji destê wan hatiye girtin. Girtiyên edlî jî di Yurdên Kar de bi kedek erzan wekî koleyan dixebitin. Karsaz, girtîgehan wekî qada keda erzan dibînin û li ser pişta karkeran dibin xwedî milyon. Yurdên Kar ên di bin baneya Wezareta Dadê de hatin avakirin karkerên girtî wekî koleyan pêşkêşî sermayedaran dikin. Yurdên Kar ên Gertîgehê ji bo Karsazan bûn qada karê erzan. Gelek sektorên kar di nêzî 200 cureyên kar de atolye vekirin û li girtîgehê di bin navê "fêrkirina pîşe" de girtiyan wekî karker didin xebitandin û li ser keda wan dewlemend dibin. 
 
Li gorî cetwelê pîvana kar û heqê kedê ya sala 2017'an karkerên stajyer rojê 6 û kesên cirak rojê 10, kesên kalfa 11 û kesên pispor jî rojê 13 lira pere distînin. Heqê kar li gorî rêziknameya Yurdên kar tê dayîn. Li 277 Yurdên kar nêzî 50 hezar girtiyên hikûm xwarine dixebitin. 
 
ELEQEYA SEKTORÊN TAYBET ZÊDE DIBE
 
Li gorî rapora 2016'an a xebatê ya Serokatiya Daîreya Yurden Kar a girêdayî Wezareta Dadê, hêjmara sektorên taybet ên bi Yurdên Kar re hevkarî dikir 100 heb bûn. Hêjmara Saziyên Cemaweriyê jî gihişt 277’an. Li gorî rapora malî jî di serdema meha Çile-Gulana 2017'an de hatina kar 1 milyar û 187 milyon û 316 hezar û 597 lira bû. 6 milyon û 377 hezar û 784 lira jî ji sektorên taybet hat. Pereyên dan kerkerên girtî jî 542 hezar û 766 lira bû. Ji vî pereyî 15 milyon û 248 hezar û 953 lira jî dan personelan. 
 
XEBITANDINA GIRTIYAN MECBÛRÎ YE
 
Parlamenterê CHP'ê Atîlla Sertel heta niha der barê şert û mercên karkeran de 3 pêşnûme yên qanûnan pêşkêşî Serokê Meclîsa Tirkiye kir. Sertel, diyar kir ku li Yurdên Kar kêmasiyên mezin hene û wiha got: "Yurdên Kar îro li dijî armanca xwe tên xebitandin. Bûye cihê kedxwarî û koletiya mirovan. Li gorî xala 18’an a Qanûna Bingehîn a Xala 42'an a Zagona Mafê Înfazê a Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza girtî ne mecbûr in kar bikin. Lê li vir bi zorê girtiyan didin xebitandin. Zordarî heye. Girtî neçarî xebata 3 qurişan kirine. 
 
‘BI HER AWAYÎ KEDXWARÎ HEYE'
 
Sertel, anî ziman ku pirsnameya wî daye meclîsê nêzî salekê ye nehatiye bersivandin û wiha got: "Yek ji pirsgirêka herî mezin girtiyên karker bi erzanî dixebitin. Heqê keda wan tê xwarin. Sîgortaya wan jî tune ye. Ewlehiya wan a kar tune ye. Niha xebat ji destê dewletê deketiye û sektora taybet li wir bi cih buye. Ji ber vê yekê bi her awayi keda karkeran tê xwarin. Bi her awayî kedxwari heye." 
 
Sertel, anî ziman ku heqê didin karkeran nîşan didin ku çiqas keda karkeran dixwin û wiha bi dawî kir: "Li ser navê projeyên civakî girtiyan li gorî xwe bi terbiye dikin. Em niha bi Îktîdara ku pesnê xwe bi gelek girtîgehan dide re rû bi rû ne. Li şûna dibistan, zanîngeh û nexweşxaneyan veke girtîgehan vedike. Di bin navê civakbûnê de girtiyan dike kole û qada kar ji karsazan re vedike. Yurdên Kar ji bo li girtîgehan qada kar ji karsazan re veke hatiye avakirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal