Ew 12 saetan dixebitin 37 tl, elçî rûdinê 3 tl distîne

img

RIHA - Li Rihayê zarokên di nava zeviyên fisteqan de dixebitin heqê keda 12 saetan tenê 37 tl distînin. Karkerên rojê bi 40 tl dixebitin serê yomiyê 3 tl didin elçî. 

Li Rihayê demsala komkirina fisqetan dest pê kir. Bi piranî malbatên xizan karên komkirina fisteqan dikin. Kesên di nava baxçeyên fisteqan de dixebitin ji ber kar nabînin, qayilin bi erzanî jî bixebitin. Karkerên rojê 12 saetan dixebitin rojê 40 tl distînin û jê 3 tl didin elçî. Zarokên ku di nava zeviyên fisteqan de dixebitin rojê heqê keda xwe tenê 37 Tl distînin. Zarokên ku temenê wan di nava 10 -18 salî de tê guhertin, keda wan tê xwarin. Karkerên ku her serê sibê saet di 05.00'ê sibehê de hişyar dibin, piştî roj hildê dest bi kar dikin û heta saet 17.00'ê êvarî kar dikin. Karkerên zarok ên li gundê Aşik ê Rihayê fisteqan kom dikin, di nava rojê de pir di westin û gelek zor û zahmetî dijîn. Karker di nava rojê de saetekê navber didin kar. Nanê xwe yê li malê çêkirine di bin siya daran de bi hevre dixwin. Hemû karker li hev kom dibin û li ser sifreyekê nanê xwe li hev par ve dikin.
 
KAREKÎ ZAHMET Û TALÛKE YE
 
Zaroka 13 salî Hatice Polat, di temenê biçûk de di bin germa havînê de fisteqan kom dike. Polat, diyar kir ku ji ber germa rojê pir zahmetiyan  dijî û wiha got: "Bi piranî mêr derdikeve ser daran û jin jî li jêra daran fisteqan kom dikin. Em kom dikin û bi sepet û ciwalan dikişînin remorkên traktoran. Roja mêr nayê jin derdikevin ser daran. Hem ji ser daran fisteqan diweşînin hem jî fisteqên jêr kom dikin. Karekî hem zor e û hem jî talûke ye. Em ji daran bikevin xwar pir zor e. Em di îskanekê de 20 kes avê vedixwin. Em hem pir xwî didin û hem jî pir av vedixwin. Em nexweş dikevin." 
 
NANÊ XWE LI HEV PARVE DIKIN
 
Zarokê 17 salî Yusuf Taş jî anî ziman ku ew rojê bi 40 TL dixebitin û her roj serê yomiyê 3 tl didin çawîş û wiha got: "Ez 15 rojin fisteqan kom dikim. Pereyê ez distînim têra pêdiviyê min nakin. Em ji serê sibê heta êvarî kar dikim. Dema em diçin mal, ji ber westîna zêde em bêyî xwarin bixwim em radizên."